Li Enqerê Newroz hat pîrozkirin
- 16:05 22 Adar 2026
- Rojane
ENQERE - Li Enqerê Newroz hat pîrozkirin û di pîrozbahiyê de peyama "Rêya ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ji bo Tirkiyeyê Fersende" hat dayîn.
Li Enqereyê "Newroza Azadî û Demokrasiyê" li Anitparkê hatin lidarxistin. Bi hezaran kes, ji ciwan bigire heta mezinan, serê sibê ber bi qadê ve herikîn. Tevî hewaya baran jî, ciwan û jin bi cilên neteweyî û herêmî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Herêm bi alên zer, sor û kesk hatibû xemilandin. Jin bi rengên sor û zer hatin qadê. Kesên amade bi stranên Newrozê re govend gerandin. Girseyê gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Azadî ji bo rêber Apo" berz kirin.
Pîrozbahî bi kêliyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Nebun Nebahat Çalpan li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê metna Kurdî ya daxuyaniya hevbeş û Pınar Güzel jî metna Tirkî xwend.
Piştî metnê axaftinên pîrozbahiyê ji aliyê Parlameneterên DEM Partiyê Berdan Ozturk, Seroka Giştî ya Devrîmcî Partiyê Elîf Torun Oneren ve hatin kirin.
Piştî axaftinan Agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahiyê bi stran û govendê berdewam kir.







