Newroza Wanê bi dawî bû
- 17:17 22 Adar 2026
- Rojane
WAN - Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê ku tevî hewayê sar û baranê jî bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin, bi dawî bû.
Li Wanê, bi beşdariya sed hezaran kesan, bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokartîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahî hat lidarxistin. Tevî baranê û hewayê sar jî yek ji Newrozên herî qelebalix bû. Bi sed hezaran kesên li ber stranên Şiyar Berwarî û Hozan Şervan mil dane milê hev, bi coşeke mezin goven gerand. Pîrozbahî, bi gerandina govendê û berzkirina dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.







