Ji bo Newroza Stenbolê bang

  • 09:05 20 Adar 2026
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Li Stenbolê amadekariyên Newrozê bi pêşengiya jinan didomin. Şengul Bîngol da zanîn ku wê hemû qadên Newrozê veguherin qada berxwedanê û  got: “Jin wê bi biryarbûna bibin kirdeya jiyana azad û aştiyê wê li qadan bin.”
 
Îsal li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşmeya "Azadî û demokrasî"  bê kirin. Jin xwe amadedikin ku rihê berxwedana ji 8’ê Adarê girtine bibin qadên Newrozê. Jin diyar dikin ku li dijî pergala serdest a mêr bi felsefeya "Jin jiyan azadî" wê bibin pêşengên avakirina jiyana azad.
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Şengul Bîngo der barê Newrozê de axivî.
 
Şengul Bîngol got bi coş û kelecanek mezin amadekariyên Newroza Stenbolê didomînin û got wê her kes bi reng, bawerî û nasnameya xwe  bên gel hev û wiha got: “Bi banga 'Aştî û civaka demokratîk' re bi jinan re biryarbûna hêz û îradeyê derket holê. Ev xwedîderketina xurt, di her xebatê tê dîtin. Qadên Newrozê wek qada berxwedanê tê dîtin û di amadekariyek mezin de ne. Ji aliyê jinan ve xwedîderketinek mezin a li pêvajoyê heye. Em bi reng, ziman, tilîzî û baweriyên xwe, amadekariyan didomînin.”
 
‘Rihekî wekhev dihewîne’
 
Şengul Bîngol balkişand ser jiyana komunal û wiha bi lêv kir: “Em bi vê bawer dikin ku jinên rêxistinkirî wek hêz dikarin li her qada jiyanê cih bigirin. Newroz jî di vî alî de qada ku ev lê bikeve jiyanê ye û wek qada berxwedanê watedar e. Ev qad ji bo jinan bi nirx e. Em ji ber vê girîngiyê didin Newrozê. Em vê qada Newrozê girîng dibînin. Newroz di esasê de rihê wekheviyê dihewîne.”
 
Balkişand ser berxwedanê
 
Şengul Bîngol destnîşan kir ku pîrozbahiyên Newroza Stenbolê di nava salan de guherînên mezin jiyaye û wiha bi lêv kir: “Berê Newroz ji ber zext, zilm û tirsê ji aliyê komên biçûk ve dihat pîrozkirin. Lê hawira zext û êrîşan rihê berxwedanek mezin afirand. Li zindana Amedê Mazlum Dogan bedena xwe diyariyê Newrozê kir. Newroz bi saya vê mîrateyê îro bi coşeke mezin bi tevlibûna gelan û rengan tê pîrozkirin. Bi bedelên giran hatine vê rojê.”
 
Ji bo Newrozê bang
 
Şengul Bîngol di dawiyê de banga ji bo tevlibûna Newrozê kir û wiha got: “Tevlibûna jinan a Newrozê  û rêxistinbûna jinan her diçe zêde dibe. Jin di her qada civakê de pêşengiyê dike. Seranserê dîrokê di pêvajoyê aştiyê de jin rola pêşeng dilîzin. Di vî alî de pêkhatina aştiyê  dîsa li ser milê jinane. Yên herî zêde ji şer bandor dibin jin û zarok in. Em di wê baweriyê de ne ku wê piştgiriya jinan a ji bo pêvajoyê mezin be. Jin bi coş û moralek mezin xwedî li pêvajoyê derdikevin. Em bang li hemû jinan, gelan û baweriyan dikin ku li qadên Newrozê bi rihê berxwedanê cihê xwe bigirin.”