Beriya Newrozê eleqeya ji bo cil û bergên gelerî

  • 09:02 20 Adar 2026
  • Rojane

     

MERSÎN - Li Mersînê amadekariyên Newrozê didomin û elqeya ciwanan a ji bo cil û bergên gelerî zêde bû. Dirûnkar Sureya Ceylan  diyar kir ku sîparîşên şal û şepikan mehek berê dest pê kiriye û got: “Ev ne tenê cil û berg in, ev bîra dîrokî ya gel e.”
 
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz îsal bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" wê bê pîrozkirn. Li metropolan bi taybet jin û ciwan eleqeyek mezin nîşanê cil û bergên gelerî û rengên kesk, sor û zer didin. Kurdên ji Kurdistanê koçî Mersînê kirine, amadekariyên Newroza wê di 22’yê Adarê de bê pîrozkirin ji mehek beriya niha dane destpêkirin.
 
Surreya Ceylan diyar kir ku eleqeya ji bo cil û bergên gelerî gelek zêde ye û bi taybet ciwan elqeyek mezin nîşanê şal û şepik didin.
 
Sureyya Ceylan destnîşan kir ku ji zarokatiya xwe de eleqe nîşanê cil û bergên gelerî dida û got: “Wek jinek Kurd ez pir kefxweşim ku di cejnan de, dawet û Newrozan de cil û bergan bibînim. Ev min kêfxweş dike. Ez dixwazim çanda Kurd bidim jiyîn. Ji ber vê jî ez bi jiyankirina çanda xwe serbilindim.”
 
Sureyya Ceylan bi lêv kir ku ew xwe wek firoşkara cil û bergan nabîne û wiha domand: “Ez reng û çanda gelê Kurd li kumaş dinexşînim. Her cil û bergek çîrokekê dihewîne. Ji bo min wateya wê cudaye. Ev berdewama çand û bîra dîrokiye. Em ji axa xwe qût bûn lê ji tiştên aydê xwe qût nebûn. Koçberbûnê em ji çanda me nekirin.”
 
Sureyya Ceylan diyar kir ku sîparîşên ji bo Newrozê mehek berê dest pêkirine û ev tişt anî ziman: “Îsal jî tercîha ciwanan şal û şepik in. Rewşa normal de jinên ciwan fîstan tercih dikir. Lê îsal ciwan û jin şal û şepik tercîh dikin. Ev cil û berg reng û nasnameya me ne. Di van kumaşan de dîrok, xweza û rihê gel heye. Daxwaza min ev e ku ev cil û berg wek mîrateya çdnî bên jiyîn.”