KJAR: Bi rihê 8’ê Adarê xwe rêxistin bikin
- 15:17 5 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê bi boneya 8’ê Adarê, banga ji bo avakirina qonaxek nû ya Neteweya Demokratîk ku azadiya jinan têde bingeh be kir û got: “Niha pêla duyem a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome û rastî piştgiriyek berfireh a cîhanê hat. Li Îran û Rojhilatê Kurdistan bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî, Keziyên şoreşê di hûnin’ dadikevin qadan.”
Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
KJAR’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
“Bê guman em xwedî wê hêzêne ku berxwedana jinan bi dirêjiya dîrokê di 8’ê Adarê de, xebatê meyên niha, xebatên jinan li Rojavayê Kurdistan û torên berxwedanê, dîroka 8’ê Adarê ji bo serdema niha bilind kiriye. Ev dîroke helwesta azad a li dijî çanda mêrsalar, sermeyadar û terorîstên DAIŞ û Qaîde serî na tewînin. Em pêşwaziyê bi xebat ji bo damezrandina civakek demokratîk dikin.
Pêla duyem a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome
Cîhana îro şahidiya berxwedana bê hempa dike, piştrast dike ku sedsala 21’an dê bibe sedsala azadiya jinê. Ji Rojavayê Kurdistanê heta Rojhilat, ji Bakur heta, Şengal û Efganistan, Belucistan, Asya û Emerîkaya Latîn şahidiya vê rastiyê ne. Niha pêla duyem a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome û rastî piştgiriyek berfireh a cîhanê hat. Li Îran û Rojhilatê Kurdistan bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî, Keziyên şoreşê di hûnin’ dadikevin qadan.
Niha li Îranê şoreşa jinan didome. Herwiha behsa meydanên têkoşînê dikin ku jin têde pêşengtiyê dikin. Baweriya hemû kesê bi hêza guherîna jinan heye. Ji ber wê piranî êriş li dijî jinan tê pêkanîn. Divê jin bi awayek rêxistinkirî bi rihê 8’ê Adarê xwe rêxistin bikin û bibin çeperek bi hêz li dijî rejîmê. Xeta jiyana azad li derdora ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kom bûye. Bingehê pergala civaka demokratîke. Bi vê hevbeşiyê hemû xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistan bi taybet ew jinên têkoşîna nirxê azadî, demokrasî û îrademendî dikin. Bi hûnadina pora jinê bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bang dikin.
Li ser vî bingehî
* Yekîtiya xwe ye neteweyî berfirehtir bikin û çalakiya hevbeşiya jinan ji bo Îranek demokrasî zêdetir bikin û projeya demokratîzebûnê bilind bikin.
* Divê di 8’ê Adarê de lijneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û lijneya ‘yeksanî û azadî’ û navenda çareseriya xwe li ser bingehê îradeya xelk pêkbînin. Bi nêrîna jineolojî komînên bi hevre jiyana azad cihê jiyana cihgir ê jinê rêkbixin.”







