NY’ê ji bo Yenar Mihemed bang li Iraqê kir
- 15:18 5 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzbûna 8’ ê Adarê re, berdevkê Neteweyên Yekbûyî duh tiştê ku wî wek ‘kuştina hovane’ ya çalakvan Yenar Mihemed li Bexdayê bi nav kir, şermezar kir û banga ‘hesab pirsîna ji kujeran’ kir.
Qetilkirina çalakvan Yenar Mihemed, şok û şermezarkirinek berfireh bi xwe re anî. Qetilkirina wê balê kişand ser xetereyên ku parêzvanên mafên mirovan ên jin li Iraq û herêmê pê re rû bi rû ne û asta dijwariyên ku hê jî li pêşiya têkoşîna wan a ji bo parastina jinan radiwestin, eşkere kir.
Di Civîna Agahdarkirinê ya Rojane ya Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya duh hatî lidarxistin de, li ser navê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê Volker Tûrk balkişand li ser qetilkirina Yenar Mihemed.
Berdevkê NY’ê piştrast kir ku Yenar Mihemed stûneke sereke ya karê tîma Mafên Mirovan a NY li Iraqê bû. Rêxistinê bi salan bi wê û weqfa wê re hevkariyê kiribû û ew di hewildanên parastina jinan û pêşvebirina mafên wan de di hawîrdorek pir aloz û dijwar de şirîkek pêbawer bû.
Lêpirsînek tavilê bikin
Volker Tûrk bang li rayedarên Iraqî kir ku lêpirsînek tavilê û zelal bikin da ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn û dawî li diyardeya bêcezatiyê ku jiyana çalakvanan tehdît dike, bînin.
Her wiha di heman civînê de Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî, bi armanca Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, raporek bi sernavê “Mîsogerkirin û pêşvebirina gihîştina edaletê ji bo hemû jin û keçan” weşand. Rêxistinê hişyarî da ku bi tevî derxistina qanûnên edaletê ji bo parastina maf û serweriya qanûnê, parastina jin û keçan jî têk çûye.
Raporê tekez kir ku gelek qanûn hê jî tecawizê wek sûc nas nakin û ew wek çekek şer tê bikaranîn. Her wiha bûyerên tundiya zayendî yên hatine ragihandin di tenê du salan de bi rêjeya ji sedî 87 zêde bûne. Li gorî qanûnên neteweyî, li dora sê ji çar welatan hê jî keçek dikare bi zorê bê zewicandin.
Rêvebira Cîbicîkar a Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sîma Bahous di raporê de diyar kir ku dema jin û keç ji edaletê bêpar dimînin, zirar ji her dozek takekesî derbas dibe, sazî rewatiya xwe winda dikin û serdestiya hiqûqê qels dibe. Sîma Bahous banga “bi hev re tevbigerin, dengê xwe bilind bikin, maf û edaletê biparêzin û bixebitin da ku her jin û keç bikarin di ewlehiyê de bijîn, ramanên xwe bi azadî bînin ziman û li ser bingehek wekhev bijîn” kir.
Raporê nîşan da ku pêşveçûn gengaze, ji ber ku ji sedî 87’ê welatan di 10 salên dawî de ji bo têkoşîna li dijî tundiya navmalî qanûn derxistine û zêdetirî 40 welatan di warê parastina destûrî ya jin û keçan de parastina wan xurt kirine. Lê belê, wê tekez kir ku tenê qanûn têr nakin û sedema vê yekê bi van gotinan anî ziman: “Ji ber ku normên civakî yên cudakar ên wekî stîgma, sûcdarkirina qurbaniyan, tirs û zexta civakî berdewam dikin ku mexdûrên şîdetê bêdeng bikin û edaletê asteng bikin.”
Bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê rastî 8’ê Adarê tê û di bin dirûşmeya “Maf, Dad, Kar, ji bo hemû jin û keçan”, rêxistina jinan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de daxwaza kiryarên lezgîn û biryardar kir. Di nav van kiryaran de, bidawîanîna bêcezatiyê, parastina serweriya qanûnê û pêkanîna wekheviyê li ber qanûnê hene.







