TJA'yê li Agiriyê atolye li dar xist
- 15:36 5 Adar 2026
- Rojane
AGIRÎ – Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, TJA'yê li taxên Agiriyê atolye li dar xistin. Atolyeyên ku gelek jin beşdar bûn, tekezî li ser peyama "Divê em li kêleka têkoşînê bin" kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li taxa Bulut û gundê Geldûşa Jerîn yê Avkevîrê li Agiriyê atolye li dar xistin. Aktîvîsta TJA'yê Cemile Duman di atolyeya Geldûşa Jerîn de, ku gelek jin beşdar bûn, gotarek pêşkêş kir.
'Divê em têkoşînê biparêzin'
Cemîle Duman behsa destkeftiyên ku jinan li Rojava bi dest xistine kir û got, "Têkoşîna jinan li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ji xweliyê ji nû ve zindî bûye. Vê yekê hêviyek mezin da me. Divê em vê têkoşîna ku ji me re hatiye hiştin biparêzin. Wek jin, divê em ji hev hez bikin; heke em nekin, pergala serdest a mêran dê hîn bêtir belav bibe. Jin û zarok ji şerên li Îran û Rojava herî zêde bandor dibin. Jin in ku reng didin jiyanê. Jin hilgirên çandê ne."
Atolye bi nirxandinên hevbeş ên jinan bi dawî bû.







