Xwendekar di Pêşbaziya Zanînê de li hev civiyan
- 10:36 2 Adar 2026
- Çand û Huner
AMED - Şaredariya Peyasê ji bo parastin û xurtkirina ziman bi kelecan bernameya yekem a “Pêşbaziya Zimanê Kurdî” ya ewilî li dar xist.
Şaredariya Peyasê ji bo parastin û xurtkirina ziman bi kelecan bernameya yekem a “Pêşbaziya Zimanê Kurdî” ya ewilî li dar xist.
Merasîma vekirinê ya Pêşbaziya Zanînê ya Kurdî ku ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî û Meclîsa Ziman yên Şaredariyê bi hevkariya Şanoya Bajêr a Amedê hatibû organîzekirin, ji aliyên zarokan ve eleqeyeke mezin dît û bi dîmenek rengîn û şahiyê dewlemend hate lidarxistin.
Perwerde û kêfxweşî bi hev re
Xwendekarên Malên Zanînê yên di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya şaredariyê xebatan dimeşîne, beşdariya alîkarên hevşaredaran û malbatên xwendekaran; xwendekar tenê neketin pêşbaziyê, lê di heman demê de dest bi rêwîtiyeke çandî jî kirin. Di bernameyê de li xêzefîlma bi Kurdî temaşe kirin, helbestên bi Kurdî xwendin û bi mamikên Kurdî hem kêf kirin û hem jî zanîna xwe bi pêş xistin.
Fînala Mezin di Pûşperê de
Ev pêşbazî dê her meh bi awayekî birêkûpêk bê lidarxistin û ji bo demeke dirêj hatiye sêwirandin û tê amadekirin. Pûanên ku xwendekaran bi dest xistine dê bên berhevkirin û di Fînala Mezin a meha Pûşperê de werin zêdekirin û encam bên ragihandin.
'Em ê zimanê xwe li her warê jiyanê belav bikin
Piştî bernameyê, Gerînendetiya Karên Civakî ya Şaredariyê daxuyanek da û got: “Ji bo ku zimanê me di jiyana civakî de bêtir xuya bibe û were parastin, xebatên bi vî rengî pir girîng in. Em ê bi van hewldanan zimanê xwe zindî bihêlin û bi nifşên nû re parve bikin. Biryardariya me ya ji bo belavkirina zimanê Kurdî li her qada jiyanê dê her tim berdewam be.”







