'Rihê 8'ê Adarê bi dîwaran nikare bê sînordarkirin'

  • 15:38 5 Adar 2026
  • Rojane
MÊRSÎN – Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, jinan li ber Girtîgeha Tarsusê daxuyaniyek dan û daxwaza berdana girtiyên siyasî yên di girtîgehan de kirin û diyar kirin ku bê azadiya jinan aştî di warê civakî de nayê bidestxistin.
 
Komeleya Hevgirtina Malbatên Girtî û Mehkûman a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li ber Girtîgeha Kampusa Tarsusê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Gelek jinên ji Edene û Mersînê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankartek bi nivîsa "Em ji bo azadiya jinên girtî jiyanê ava dikin" bilind kirin, her wiha pankartên bi nivîsa "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Hevgirtina jinan dîwaran derbas dike", "Jin bi hev re bihêz in", û "Rojên herî baş ên jinên berxwedêr in" hatin hilgirtin. Di dema daxuyaniyê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana jinan" hatin berzkirin.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Perîhan Koca, beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku girtiyên siyasî ji ber ku ew li ser daxwazên xwe yên wekhevî, azadî, edalet, demokrasî û aştiyê israr dikin, di girtîgehan de têne girtin û ev yek wekî "siyaseta rehînegirtina siyasî" bi nav kir. 
 
Piştî vê yekê, daxuyaniya çapemeniyê ji hêla, Hevseroka TUAY-DER'ê ya Çukurovayê Adalet Kuran ve hate xwendin. Adalet Kuran diyar kir ku 8'ê Adarê sembola berxwedana ku jin bi sedsalan e li dijî pergala serdestiya mêran, îstismar, şer û înkarê ava dikin e û îro jin li çaraliyê cîhanê li dijî şîdet, xizanî, bêewlehî û newekheviyê şer dikin.
 
Adalet Kuran, diyar kir ku hewl tê dayîn ku îradeya jinan were şikandin, her wiha diyar kir ku têkoşîna jinan tê krîmînalîzekirin. Adalet Kuran got, "Lê em dizanin ku rihê 8'ê Adarê bi dîwaran nikare bê sînordarkirin."
 
Piştî daxuyaniyê, ku bi dirûşmeyan bi dawî bû, jinan stranên berxwedanê gotin û govend gerandin.