Neteweyên Yekbûyî: Rapor hedefgirtina Kurdan nîşan dide
- 15:43 16 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Annalena Baerbock diyar kir ku raporên ji Helebê gihiştine ber destê wan nîşan dide ku Kurd hedef hatine girtin û neçarî koçberiyê hatine hiştin.
Bertekên têkildarî komkujiya çeteyên HTŞ û SMO'yê ya li dijî Kurdên li Helebê berdewam dikin. Seroka Lijneya Giştî ya NY'ê Annalena Baerbock li ser mijarê axivî û balkişand ser zordariya li hemberî gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê. Baerbock got ku raporên derbarê bûyeran de gihiştine destê wan û wiha got: “Raporên êriş û koçberiya girseyî ya di encama êrişên li Heleb û derdora wê de gihiştin destê me.” Baerbock daxuyand ku rapor pir bi zelalî nîşan dide ku pir zelal e gelê Kurd ê li Helebê rastî êrîşan hatiye û di encama êrîşan de gel neçarî koçberiyê hatiye kirin.
‘Divê Kurd bên parastin’
Annalena Baerbock divê di her rewşê de gelê Kurd bê parastin û got: “Mafê mirovan di navbera Kurd, Xiristiyan an jî Misilmanan de ferq û cudahiyê nake. Divê ji berpirsyaran hesab bê pirsîn. Rapor nîşan didin ku Kurd hedef hatine girtin. Pêwist e gelê Kurd bê parastin û hemû alî demildest vegerin mizakereyê.”







