UNICEF: Ji ber pevçûnên dawî li Helebê hezar û 229 kes koçber bûne

  • 14:22 16 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê eşkere kir ku ji 11’yê Çileyê ve hezar û 229 kes ku 298 jê zarokin, ji Helebê gihiştine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
UNICEF’ê ragihand ku zêdebûna şer û pevçûnên dawîn li Helebê û derdora wê zarok û malbatên wan neçar kirine ku ji malên xwe derkevin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehiyê bibînin.
 
Li gorî daneyên UNICEF’ê, ji 11’yê Çileyê ve hezar û 229 kes ku 298 jê zarokin, piştî ku serpêhatiyên dijwar derbas kirin, gihiştin stargehên li Reqa, Tebqa, Hesekê û Qamişloyê.
 
Di 6’ê Çileyê de, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rastî êrişên dijwar ên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatin. Di encama topbaranê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn û bi sedan jî koçber bûn.