Wê doza Leyla Aydemîr ji nû de bê dîtin
- 13:39 15 Çile 2026
- Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Doza ku derbarê mirina Leyla Aydemîr a 4 salî de hatibû vekirin, hate betalkirin û darizandin dê bi delîlên nû ji nû ve were vekirin.
Li Agiriyê, cenazeyê Leyla Aydemîr 18 roj piştî windabûna wê, bi qasî 3 kîlometreyan dûrî gund, hate dîtin. Di doza ku 7 bersûc tê de bûn de, apê Leyla Aydemîr, Yusuf Aydemîr, bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" cezayê muebbetê yê girankirî û bi tohmeta "bi zorê û xapandinê ji azadiya kesekî bêpar hiştin" 4 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6 bersûcên din ji ber nebûna delîlên têrker hatin beraetkirin.
Piştî îtîrazê ya li dijî biryarê, Serdozgeriya Giştî ya Dadgeha Bilind doz nirxand û pêşniyar kir ku biryar were betalkirin. Odeya Cezayê ya 1'emîn a Dadgeha Bilind jî biryara dadgeha herêmî bi hinceta lêpirsîna têrker nehatiye kirin, betal kir.
Wê doz bi delîlên nû, ji nû de bê dîtin.







