Dîlan Elçî ya OHD’yî: Cihnedayîna girtiyên siyasî bê edaletî ye

  • 09:04 6 Çile 2026
  • Hiqûq
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Ji OHD'ê Dîlan Elçî, li ser Pakêta Darazê ya 11’emîn ku ji Meclîsê derbas bû û ket meriyetê got, "Sererastkirina heyî ji bo sûcdarên şîdeta li dijî jinan rêbazek astengker û çavdêrîkirinê pêşkêş nake. Ji ber vê yekê, rejîma çavdêriya înfazê ji nû ve were nirxandin û raporên pisporan ji bo berdan mecbûrî bibin û mekanîzmayên çavdêriyê yên serbixwe girîng e."
 
Pakêta Darazê ya 11’emîn ku di 24’ê Kanûnê de ji aliyê Parlamentoyê ve hat erêkirin û di 25’ê Kanûnê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ji gelek aliyan ve mijara rexneyê ye. Her çend hikûmetê bi hinceta "edalet di cezakirinê de" û "alîkariya civakî" ji Parlamentoyê derbas kir jî, bi hezaran girtiyên siyasî yên ku bi salan di girtîgehan de bûn careke din hatin paşguhkirin. Pakêtê rê li ber serbestberdana gelek girtiyên ku bi sûcên edlî hatine mehkûmkirin vekir; lêbelê, ji bo girtiyên nexweş, rojnamevan, siyasetmedar an parêzvanên mafên mirovan tu xalek di nav xwe de nehewand. Vê yekê careke din newekheviya di nav girtiyan de nîşan da. Wekî din, rastiya ku Okan Gur ku bi vê pakêtê  ji girtîgehê hat berdan, Rojda Yakişıkli kuşt, bi zelalî nîşan dide ku reforma înfazê mafê jiyanê yê jinan tehdît dike.
 
Ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Dîlan Elçî li ser Pakêta Darazê ya 11’emîn nirxandin kir.
 
Dîlan Elçî diyar kir ku Pakêta Darazê ya 11’emîn, ku ji aliyê Meclîsa  Tirkiyeyê ve hat qebûlkirin û ket meriyetê, daxwazên bingehîn ên ku civak demek dirêj e tîne ziman, çareser nake.
 
'Newekheviyên  di Pakêta Darazê ya 9’emîn de, nehatine çareserkirin'
 
Dîlan Elçî diyar kir ku pakêt bi derxistina van daxwazan nêzîkatiya qanûnî ya pêşî ewlehî didomîne û got, "Pakêtên darazê yên ku di salên dawî de hatine derxistin bi îdiaya çareserkirina pirsgirêkên ku ji hêla pakêtên  berê ve hatine afirandin, têne rojevê. Lêbelê, newekheviyên ku bi taybetî bi Pakêta Darazê ya 9’emîn ku di raya giştî de wekî pakêta  dema COVID-19  tê zanîn, derketine holê, nehatine çareserkirin. Di şûna wê de, ew bi destwerdanên demkî perçe perçe kûrtir dibin."
 
'Pakêta Darazê ya 11’emîn rêbaza heyî ya cudakar û ewlehiyê didomîne'
 
Dîlan Elçî, di çarçoveya pirsgirêka Kurd de li ser Pakêta Darazê ya 11’emîn axivî û got: "Derxistina siyasetmedar û girtiyên siyasî yên Kurd, nekirina pakêtê derbarê tayînkirina mufetîşan de û nebûna guhertinên derbarê qeyûma ji bo misogerkirina wekheviyê di mafên mirovan de ne neqanûnî ne ; berevajî vê,  helwesteke siyasî ye. Beşek girîng ji girtîgehên Tirkiyeyê siyasetmedar, rojnamevan û muxalifên Kurd dihewîne. Tevî vê yekê, derxistina van ji Pakêta Darazê ya 11’emîn prensîba wekheviyê  bi qanûnê de binpê dike. Bi taybetî ji bo girtiyên siyasî, nebûna pîvanên zelal û objektîf ji bo berdana bi şert, berdana bi çavdêrî dibin sedema cezayên kêfî. Ev rewş dibe sedema ku serlêdanên cûda di navbera kesan de di rewşên wekhev de derkevin holê. Di vî warî de, Pakêta Darazê ya 11’emîn ne adîl e û cidaxwaz e."
 
'Min hêvî dikir ku prensîba wekheviyê were misogerkirin'
 
Dîlan Elçî, diyar kir ku pakêta  darazê ya nû li gorî hêviyên wê nebû û got, "Ji ber ku rêziknameyên înfazê  tenê bi rêziknameyên li ser dirêjahiya cezayan nayên çareserkirin. Rêziknameyên înfazÊ yên bêyî garantîkirina serxwebûna hiqûqî, mafê darizandinek adil ji holê rakirine û li şûna ku wê ji holê rakin, neheqiyê ji nû ve misoger dikin. Pakêta Darazê ya 11’emîn pirsgirêkên heyî çareser nake. Her çend rewşa girtiyên nexweşên giran û pîr û kal yek ji pirsgirêkên herî lezgîn û girîng ên mafên mirovan be jî pakêtê di vî warî de çareseriyek li ser bingeha rûmeta mirovan neaniye. Di vî warî de, pakêt perspektîfek pêşkêş nake ku binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan asteng bike û pêkanînên keyfî di înfazê de ji holê rake. Wekî parêzerek, hêviya min reformek di pergala înfazê de bû ku rûmeta mirovan di navenda xwe de bigire, prensîba wekheviyê garantî bike û serdestiya hiqûqê xurt bike. Lê paket tene pirgirêkan taloq dike û çareser nake."
 
'Sûcdarên tundiyê li jinan dikin asteng nake'
 
Dîlan Elçî bi bîr anîna Okan Gür ku di 26’ê Kanûnê de bi Pakêta Darazê ya 11’emîn ji girtîgehê hate berdan û roja din Rojda Yakişikli kuşt, diyar kir ku ev bûyer bi awayekî zelal xetereyên cidî yên di rêziknameyên bicîhanîna cezayan de nîşan dide. Dîlan Elçî got, "Rastiya ku sûcdarek ji girtîgehê hate berdan di nav bîst û çar saetan de jinek kuşt nîşan dide ku serbestberdanên ku bêyî analîza rîskê û mekanîzmayên çavdêriyê yên bi bandor têne kirin rasterast mafê jiyanê dixe xetereyê.. Ev kuştin, ji bilî sûcek takekesî, xwezaya kor a zayendî û ne-pêşîlêgir a polîtîkayên bicîhanîna cezayan eşkere dike. Sîstema heyî ji bo sûcdarên şîdeta li dijî jinan rêbazek astengkar û çavdêriyê pêşkêş nake."
 
'Em ê belgekirina binpêkirinan bidomînin'
 
Dîlan Elçî, bi tekez kirina ku bûyerên bi vî rengî ne bûyerên takekesî ne, got, "Ji ber vê yekê, girîng e ku bandorên pakêtên înfazê li ser mafê jiyanê yê jinan werin xuyang kirin, rejîma înfazê û çavdêriyê ya derbarê sûcdarên tundiya li dijî jinan de ji nû ve were organîzekirin û mekanîzmayên çavdêriyê yên bi bandor werin werin avakirin. Ev mijar ne tenê mijarek qanûna cezayî ye, lê di heman demê de pirsgirêkek cidî ya mafên mirovan e. Bi hevkariya rêxistinên jinan û saziyên mafên mirovan, em ê pêvajoyê bişopînin, binpêkirinan belge bikin û ji bo ku kesên berpirsiyar hesap bidin têkoşîn bikin."