Peywendiya bi Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bi temamî qut bû

  • 15:49 16 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Peywendiya bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatibûn dorpêçkirin bi temamî qutbûn, hat diyarkirin ku komên paramîlîter sîvîlan qetil dikin. 
 
Têkiliya bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji 6'ê Çileyê û vir ve di hedefa êrişên komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk de ye, bi temamî hatiye birîn.
 
Li gorî nûçeya ANFê; Tê gotin, taxên ku bi hezaran malbat ji cih û warê xwe bûne û bi sedan kes hatin qetilkirin, careke din hatine dorpêçkirin û komkujî li sivîlan tê kirin. Her wiha li gorî agahiyan, çete diavêjin ser malên gelê li taxê û sîvîlan direvînin.
 
Herwiha destûr nayê dayin ku sivîlên ji cih û warê xwe bûne li malên xwe vegerin.
 
Taxên ku zêdeyî 500 hezar kes lê bûn bi rengekî giran hatin bombekirin û sûcên şer ên giran lê hate kirin. Bi dehan kes bi rengekî hovane lê hatin qetilkirin, tê gotin ji 120 hezar heta 160 hezar kesî bi zorê hatin koçberkirin. Her wiha agahî ji sedan kesî nayê wergirtin.