Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hat weşandin
- 09:17 1 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara vê mehê ya rojnameya Newaya Jin têkoşîna azadiyê, veguherîna civakî û bandora berxwedana jinê ya li erdnîgariyên cuda vegot.
Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin. Rotînda Engîn di nirxandina 2025'an de di çarçoveya Manîfestoya Civaka Demokratîk de balê dikişîne ser girîngiya dîrokî ya pêvajoya jinûve avakirinê ya jinan û gelan. Rotînda Engîn destnîşan dike ku bi manîfestoyê re derfet bi dest ketin ku bûyer bi asofeyekî berfiren bêne nirxandin.
Di rûpela forûmê de nirxandina Rêber Apo ya sala 1993'yan a li ser azadiya jinê hate weşandin.
Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên 23'yê Kanûna 2022'yan li Parîsê di êrişê de şehîd bûn têne bîranîn. Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim qala kesayetiya têkoşer a Evîn Goyî kir û di ronînekirina herdu komkujiyên Parîsê de işaret bi berpirsyariya Fransayê kir.
Zeynep Karakoçan destnîşan kir ku di Perpektîfa Civaka Demokratîk de civak divê weke hêmaneke damezrîner bê dîtin.
Di rûpela Jineolojiyê de Aynûr Sarica "Atolyeyên Guherîn û Veguherîna Mejiyê Mêr" nirxand ku li bajarên cuda hatin lidarxistin.
Bandora têkoşîna li Kurdistanê li ser tevgerên jinan ên ji Şîlî heta bi Sûdanê di vê beşê de hate nirxandin.
Elîf Sonzamanci rêbaza jiyanê ya li nava civaka Elewî ya bi mejiyê komunal ê jinê, hilberîna kolektîf û parvekirinê nirxand. Destnîşan kir ku ev nêzîkatî ji aliyê dîrokî ve şêweyê tevlîbûna demokratîk pêşkêş dike.
Peyman Viyan rojeva Rojhilat û Îranê dinirxîne. Rojbîn Denîz jî bûyerên siyasî yên li Rojava, lêgerînên li çareseriya demokratîk û têkoşîna jinan lêkolîn dike.
Dersim Zerevan têkiliya navbera huner û jiyanê dinirxîne. Di rûpela ekolojiyê de Sûltan Gulsun û Derya Sever bi rêya "Forûma Avê ya Mezopotamyayê" bandora polîtîkayên ekoqirkirinê ya li ser avê analîz dikin.
Di rûpela cîhanê de bangên piştevaniyê yên jinên Sûdanî hene.
Haskar Kirmizigul berxwedana Azê Erdal û bandora ku li pey xwe hişt bi sernavê "Leheng Azê" ragihand. Nivîs mîrateya berxwedanê ya jinên Kurd a di serdema heyî de radixe pêş çavan.







