Di salekê de li Rojhilatê Kurdistanê 25 jin hatine qetilkirin
- 15:04 27 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor rapora Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, di nava salekê de li Rojhilatê Kurdistanê 25 jin û 5 zarok hatine qetilkirin, 23 jin hatine girtin û 15 jin jî hatine cezakirin.
Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê bi boneya pêngava 16 rojî ya çalakiyên li dijî tûndiya li ser jinê, têkildarî rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê rapora salekê weşand.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di navbera 25’ê Mijdara 2024’an ta 25’ê Mijdara 2025’an de li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê 2 jin hatine darvekirin, 25 jin û 5 zarok hatine qetilkirin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku 9 jinên Kurd ku girtiyên siyasî ne, di girtîgehên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine cezakirin, 2 ji wan jî metirsiya darvekirinê li ser hene.
Her wiha hatiye gotin ku di nava salê de 23 jinên Kurd ji ber çalakiyên xwe yên sivîl, wêjeyî, siyasî, pîşeyî û tevlîbûna kombûnan bêy ku tometek diyar ji wan re bê nîşandan, hatine binçavkirin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku 15 jinên Kurd cezayên wek yê girtîgehê, darvekirinê, derxistina ji kar, xanenişînkirina bi zorê, cezayên dadwerî û îdarî lê hatine birîn.
Di dawiya raporê de jî hatiye gotin ku 5 jinên Kurd ku berê cezayê girtîgehê lê hatibûn birîn, ji bo bicihanîna cezayê wan, ew şandine girtîgehên Urmiye û Sine yê.







