Li dijî dewleta mêr mezinkirina komunên jinan

  • 09:07 22 Mijdar 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Oyku Dîlara Keskîn da zanîn ku sedema tundiyê pergala serdest a mêr û dewlete û got: “Tundî ne tenê li jinan, li xweza, ked, jiyanê ye. Jin bi parastina cewherî û jiyana komun dikarin li dijî vê zîhniyetê bisekinin.”
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û jin li her çar alî cîhanê li dijî tundiya mêr-dewletê, xizanî û polîtîkayên şer xwe amade dikin ku dakevin qadan.
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Oyku Dîlara Keskîn diyar kir ku divê êdî ne têgeha tundiyê, parastina cewherî û komunên jinan derxin pêş û banga avakirina jiyaneke alternatîf li jinan kir.
 
Oyku Dîlara Keskîn wiha anî ziman: “Em tundiyê wek serdestiya mêr û dewletê pênase dikin. Em tundiyê dikarin ji civaka ewil  bigirin dest. Ji civaka neçîrê destpê dike û ewil sewal hatin qetilkirin. Bi vê re xweza jin û mafê jinan hedef girtin. Zîhniyeta serdest ya mêr mezin bû û dewlet ava kir.  Em jî tundiyê wisa dinirxînin. Dewlet û zîhniyeta mêr êrîşê her qada jiyana me dike. Ev êrîş li hember xweza, keda me ye. Ji vir jî pergala binpêkirinê derket holê. Tundiyê heman demê de binpêkirin jî anî. Herduyan jî hev xwedî kirin û mezin bûn. Em êrîşê di her qada jiyanê de dibînin. Demek nêz de li Dîlovasi komkujiyek pêk hat. Ev encama tundiya dewletê de pêk hat.”
 
‘Ya şer derdixe tundiya ya tundiyê daifirîne şer e’
 
Oyku Dîlara Keskîn balkişand ser qetilkirinên jinan û daxuyakirin ku gumanbar bi bêcezahiştinê tên xelatkirin û wiha bi lêv kir: “Yek ji alavên ku tundiyê xwedî dike şer e. Li erdnîgariya me şerekî mezin hat jiyîn. Bi banga Birê Abdullah Ocalan re pêvajoyek nû destpê kir. Em kêfxweşin. Ya şer derdixe tundiya ya tundiyê diafirîne şer e. Tundî didome.  Tundî pir aliye.”
 
Oyku Dîlara Keskîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Girtiyên li girtîgehan bi tundiyê re tên rû hev. Li hember girtiyên jin tundiyek mezin heye. Jinên cezayên wan qedyane nayên berdan. Ev jî yek ji polîtîka şer û tolgirtinê ya dewletê ye. Dewlet tundiyê, tundî dewletê diafirîne. Li dijî vê jiyanek alternatîf heye ew jî jiyana komune.  Divê ne tenê li bajarekî li her derê komun bên avakirin. Divê em parastina cewherî biafirînin, derxin pêş.”