Modela bajarê jinê: Ji tecrûbeyên jinan jiyanê ji nû ve ava dikin

  • 09:05 22 Mijdar 2025
  • Rojane
Rabîa Onver - Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Jinan der barê modela bajarê jinan ku hatiye îlankirin de axivî û got ev model ne tenê wek cih, qada veguhertina civakî ya ku jin bi awayekî wekhev, azad û bi ewle tevli pêvajoyên biryarê dibe ye.
 
Di rojên borî de Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM partî) li Amedê civînek mezin pêk anî, biryar girtin ku bajarên Amed, Nisêbîn, Gever, Artemêt û Cizîrê wek bajarê jinan ji nû ve sererast dikin. Bi vê biryarê wê di jiyana bajar de hewcedariyê jinan esas bê girtin û ji bo jin bi ewlehî, azadî û aborî rehet bikin de, barê wan bê sivikirin.
 
Jinan der barê modela bajarê jinan de nirxandin kirin.
 
‘Divê jin bibin navenda jiyanê’
 
Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kaya da zanîn ku bajarên jinan ji îstîhdama jinan bigirin heta piştgiriya hiqûqî û xurtkirin û rêxistibûna hemû qadên jiyanê hedef dike û got: “ Armanca bajarê jinan ev e ku îstîhdama jinan bê afirandin, rêxistibûna di hemû qadan de û piştgiriya hiqûqî ya ji bo jinan e. Armanc ev e ku modeleke ku dora jinan dikeve jiyanê ye. Em hêvî dikin ku di demek kurt de li Pirsûsê jî bajarê jinan bê afirandin. Ji ber em dibêjin ‘jin jiyan e’. Ji ber vê divê jin bibin navendên wê jiyanê. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin. Em dixwazin jin pirsgirêka îstîhdamê nejîn. Em dixwazin jin bibin xwedî gotin û jinan ji malê derxin derve.”
 
Bi bajarê jinan veguhertina civakeke ku xurt dibe
 
Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz bi lêv kir ku polîtîkaya herêmî ya der barê ku jin di qada cemawerî de bê dîtin ne tenê xizmetek e di heman demê de alaveke veguhertina civakî ye û wiha dirêjî dayê: “Em hemû jin ji bo veguherinê van bajaran hewce dibînin. Her kes bingeha polîtîk a Amedê dizane. Hewcedariya jinan bi qadên ku dikarin xwe bigihînê heye. Di roja îro de jin di jiyana kar de cih nagirin, wek Cîo di şîrketên mezin de cih nagirin, di partî, şaredarî û rêveberiyên herêmî de bi sînor cih digirin. Ji ber vê jî me bi îdiaya ku hinek herêm bibin bajarê jinan ev xist rojeva xwe.”
 
Modela bajar a astengiyan ji holê radike
 
Semra Akyuz di berdewamiyê de wiha vegot: “Em ê di rêveberiyên herêmî de ji aliyê jinan ve ji bo hedefê bi lez pêş bikevin. Civînên wisa jî ji bo vê girîng in. Her civînek girîng e. Mînak em bêjin em diçin parqekê cih tunebe jinek zaroka xwe bimijîne, ev bajar ne bajarê jinan e. Her wiha di avahiyekê de jinek astegdar xwe negihîne mafê xwe em nikarin behsa vê bikin. Ji bo em pêşî li van bigirin em ê xebatên xwe bimeşînin.”
 
‘Ji bo bajarên jinan gavek girîng e’
 
Endama Lijneya Jinan a Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Zeynep Sîpçîk jî axivî û got hefteyek berê li Amedê ji bo bajarên jinan hatine gel hev û anî ziman ku ev hevdîtin ji bo jinan girîng e. Zeynep Sîpçîk wiha anî ziman: “Yên di vê civînê de derketin holê ne îlanek e, ji bo bajarê jinan gavek girîng e. Bajar, navçe û her qadên jiyanê li ser zîhniyeta mêr tên meşandin. Dema em dibêjin bajarê jinan tê wateya ku jin çawa dijîn. Em dikarin bêjin ku bajarê jinan bi dest, nêrîn û fikra jinan tê avakirin. Ji ber vê jî fikra bajarê jinan gavek girîng e. Avakirina bajarê jinan berê jî hat axaftin. Ev proje ji aliyê TJA’yê ve hatiye axaftin û ji wê rojê heta niha plansaziyek hatiye kirin. Em ê ji bo projeyê xebatên xwe bimeşînin.”