Li Taxa Tavilê çalakiya hişyariyê hat lidarxistin
- 14:04 21 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li Taxa Tavilê ya navçeya Hênê çalakiya hişyariyê pêk anî.
Xebatên hişyariyê yên ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de dane destpêkirin, didomin. Hevşaredara Hênê Besîle Narîn û nêzî 50 jin beşdarî çalakiya ku li Taxa Tavilê bi hevkariya Şaredariya Hênê hat lidarxistin, bûn.
Jin hatin agahdarkirin
Di çalakiyê de sernavên "Tundiya li Ser Jinan", "Cûreyên Tundiyê" û "Di Têkoşîna li Dijî Tundiyê de Mekanîzmayên Piştgiriyê" hatin vegotin; hat destnîşankirin ku tundiya li ser jinan her cure tevger e ku dibe sedem an jî îhtîmala wê heye ku jin ji aliyê fîzîkî, derûnî, zayendî an jî aborî ve zirarê bibîne. Her wiha der barê mekanîzmayên xurt ên li dijî tundiyê yên wekî Qanûna Hejmar 6284, xetên alîkariya lezgîn, stargeh û navendên piştevaniyê de agahî hatin parvekirin.
‘Piştevaniya jinan girîng e’
Di xebatê de peyam hat dayîn ku tundî tu carî nayê qebûlkirin û bi tu hincetê nayê rewakirin, her wiha ji bo jiyaneke bêşîdet, wekhev û ewle bal hat kişandin ser girîngiya piştevaniya jinan.
Jinan pirsgirêkên xwe parve kirin
Di xebata ku bi awayekî danûstandinê hat meşandin de jinan, ew pirsgirêk parve kirin ku ji ber şert û mercên newekhev rû bi rû mane. Jinan anî ziman ku pirsgirêkên wekî hawîrdor, çûnûhatin û ronîkirinê yên li taxê, jiyana wan a rojane zehmet dikin.
Di dawiya çalakiyê de broşur, çîtik û magnetên ku agahiyên têkiliyê yên mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê li ser hene, li jinan hatin belavkirin.







