Ji feminist Marcia C. Inhorn'dan peyama piştgiriyê

  • 12:15 20 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Antropolog a femînîst Marcia C. Inhorn û antropologê civakî Mehmet Mashuq Kurt peyamek ji DEM Partiyê re şandin û piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ku bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir.
 
Herdu akademîsyenan di peyamên xwe de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin hewldana aştiyê ya li Tirkiyeyê û bi gelê Kurd re ne. Her wiha ev bang kirin: "Em dibêjin, em bi pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê re ne û piştgiriyê diding elê Kurd. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bibe gaveke rasteqîn ji bo edalet û wekheviyê. Divê ev pêvajo mafên gelê Kurd bi destûra bingehîn nas bike; tevlîbûna wekhev pêk bîne û dawî li cihêkariya demdirêj bîne. Her wiha di çarçoveya vê pêvajoyê de divê têkoşîna aştî û demokratîk jî êdî neyê krîmînalîzekirin.
 
Em ji dil hêvî dikin ku reformên qanûnî yên pêvajoyê bêyî derengmayinê bi cih bêne anîn û hemû astengiyên li pêşiya tevlîbûna tam a Kurdan a li siyaseta demokratîk bêne rakirin. Aştiyek ku xwe dispêre naskirina mafên gelê Kurd wê ahengiya civakî xurtir bike û ji bo civakênl i Tirkiyeyê jiyaneke demokratîk berfireh bike. Aştiyeke wekhev û tevgir ne tenê ji bo Kurdan her wiha wê di asta herêmî û navneteweyî de bibe destketiyek."
 
Marcia C. Inhorn li Zanîngeha Yaleyê profesor e, bi karên xwe yên li ser zayendiya civakî, teknolojiyên çêbûnê û tenduristiyê yên li Rojhilata Navîn weke antropologeke tibî tê naskirin.
 
Mehmet Mashuq Kurt jî antropolekî civakî ye ku li ser mijarên nasname, têkiliyên dewlet-civakê, tundiyê pispor e û li ser Tirkiye û Kurdistanê dixebite.