Rûken Nexde: Jin bi têkoşînê dikarin li dijî tundiyê bisekinin

  • 12:23 20 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona KJAR’ê Rûken Nexde, diyar kir ku zêdebûna tundiya li dijî jinan, ji ber têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta serdestiya mêr e û got: “Riya rizgariya ji tundiyê têkoşîn û xwerêxistinkirin e.”
 
Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, tundî hem di asta dewletê de hem jî di asta civakê de zêde dibe. Têkildarî sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan û riyên têkoşînê Endama Koordînasyona Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexde bersiva pirsên ajansa NÛJINHA'yê da.   
 
Di şerên roja îro de li Rojhilata Navîn, Efrîka û tevahî cîhanê sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan çi ne?
 
Zêdebûna tundiya li dijî jinan, encama hatina beramberî hev a du zîhniyetên zextê, mêrê serdest û kedxwariyê ye. Li gorî wê pergalên ku ji aliyê dewletê ve hatin bihêzkirin, daxwaza jinan a azadiyê tehemul nakin, ji bo tepisandina wan serî li rêbazên qetilkirina jinan didin.
 
Li Îranê zagonên Komara Îslamê mêrên ku tundiyê dikin diyar kirine, gelek kujerên jinan bê ceza rizgar bûne. Ji ber vê di bingeha tundiya li dijî jinan de, polîtîkayên dijminên jinan a dewletê ku mêran diparêzin heye.
 
Riya rizgariya ji tundiyê encax bi rêxistinkirina jinan dibe. Jin encax bi yek dengî û bi hev re dikarin li dijî zihniyeta mêr bisekinin. Bêyî rêxistinkirin, li dijî pergala ku hewl dide jinan û xwezayê tune bike têkoşîn ne gengaz e.
 
Di şeran de çima herî zêde jin dibin qurban?
 
Tevî ku Rojhilata Navîn xwedî petrola mezin, gaz û xaka berhemdar e, ji ber mudaxeleya hêzên hegemon ên wek NATO, DYE û Îsraîlê, her dem bûye qadeke şer. Ev hêz ji bo pêşxistina hedefên xwe yên dagirkeriyê vê herêma dewlemend di nava xizanî, nearamî û tundiyê de dihêle û di van şertan de jin dibin qurbanên destpêkê yên şer û krîzan.
 
Têkoşîna aktivîstên mafên jinan, jin û zarok li dijî dagirkeriyê tên hedefgirtin. Jin xwedî dilsoziyek ku ji xak, nasname û civakê qut nabe û welatên xwe naterikînin, ji ber vê hêzên dagirker ji bo têkbirina têkoşîna wan, serî li rêbazên tundiya zayendî, revandin û kolekirinê didin. Armanca sereke, şikandina jinan e û bi vî awayî hemû pergala civakê hilweşîne.   
 
Jin li dijî mêrên serdest û zîhniyeta zayendperestî dê çawa têbikoşe?
 
Ceribandina tevgera azadiya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nîşan da ku jin hatin ba hev, koka mêrên serdest fêhm kirin lîdertiya xwe û hêza xwe ya rêxistinbûnê careke din bi dest xistine. Lêkolînên fikrê ‘jina azad’ ku xwe dispêre felsefeya Abdullah Ocalan rexneya li ser pergala mêrê serdest, rê li ber azadiya jinên li çar aliyên Kurdistanê û xwerêxistinê vekir û jin di qadên leşkerî, civakî û siyasî de bûn hêzek bi bandor.
 
Ji hemû gelan jinan di nava Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) de cihê xwe girtin. Jinên Rojava xwe di her qadê de bi rêxistin kirin û Kobanê ji destên DAIŞ’ê rizgar kir, bû hêzek ku neyê înkarkirin. Jinên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Ermenî bi yekîne û têkoşîna xwe ne tenê xaka xwe parastin, di heman demê de li hemû Rojhilata Navîn bûn mînaka têkoşîna li dijî mêrên serdest, dagirker û jinan nîşan dan ku dikarin civakê birêve bibin.
 
Armanca jinan li hemû dinyayê heman e. Jinên cîhanê ji ceribandinên demokratîk ên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xebatên jineolojî û avakirina pergalên hevpar îlham girtine û dikarin xwe bi rêxistin bikin û ji tundiya mêrê serdest xwe azad bikin.   
 
Jinan di pêvajoya rêxistin û têkoşînê de di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û di şerê 12 rojî de rolek navendî lîstin. Lê belê çima niha bi tundiyê rû bi rû dimînin ? 
 
Di nava çar salan de li gel berdewamiya serhildanê, Komara Îslamî ya Îranê li dijî jinan polîtîkayên cuda dan meşandin. Zîhniyeta desthilatdariyê hê jî dijminê jinan e. Hikumet ne bersivê dide daxwaza civaka demokratîk, ne jî bê tundî û zext nikare hebûna xwe bidomîne. Armanca jinan a di vê serhildanê de, avakirina civakek demokratîk e û Komara Îslamê li dijî vê daxwazê ye loma komkujî û tundî zêdetir kir.
 
Têkoşîna Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û girtiyên din ên jin ên siyasî, dengê hemû jinên Îranê ye. Berxwedana wan a li girtîgehê, bûye sembola biryardariya jinan. Jinên Îranê bi rêxistinkirin û têkoşînê ji bo jiholêrakirina dosyayên cezayên bê bingeh ên li dijî girtiyan, zextê li hikumetê dikin.”