Jinên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan panelek li dar xist

  • 20:05 6 Mijdar 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi dirûşmeya "Bi hevaltiya komînal bi Rêber Apo re bijî" panel li dar xist û diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin de, Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Helebê paneleke diyalogê bi dirûşmeya ‘Bi hevaltiya komînal bi rêber Apo re bijî’ pêk anî.
 
Panel li salona civînê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li taxa Şêxmeqsûd pêk hat û bi deqeyek bêdeng dest pê kir, piştre endama Meclisa Ciwanan a Helebê Zeyneb Ebdo perspektîfên  Abdullah Ocalan xwendin.
 
Girêdayî mijarê Suad Hesen û Fatme Hesen ên derfet dîtine ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, li ser naveroka wan hevdîtinan axivîn. Her duyan behsa zehmetiyên li pêş têkoşîna wan ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma berê ve û qeydên civakî yên li ser jinan di wê demê de, kir.
 
Endama Komîteya Perwerdê ya Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê Fikret Mistefa anî ziman ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî girîngiyek pir mezin e, ji ber ku bi azadiya wî re, wê herêm îstîrar bibe.
 
Jina ciwan Sîlda Sirûr diyar kir ku projeya aştiyê ya Abdullah Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên civaka êşên wê dikişîne çareserî ne û got ji bo şopandina pêvajoya aştiyê li ser erdê divê Abdullah Ocalan serbest were berdan.
 
Civîn bi dirûşmeyên silavkirina têkoşîna Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, bi dawî bû.