Kursên ji bo tendirustiyeke baş dest pê kirin
- 11:09 7 Mijdar 2025
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Kursên “spor ji bo jiyaneke saxlem pêwîst e!” ku Şaredariya Peyasê ji bo jinên derfetên wan tune ne yên taxa Barişê ku dane destpêkirin, rastî eleqeyeke mezin tê.
Ji aliyê Gerînendetiya Karên Ciwan û Werzişê ya Şaredariya Peyasê ve ji bo jinên taxa Barişê yên şert û mercên derfeta wan ya sporê bikin tune ne, kursên “spor ji bo jiyaneke saxlem pêwîst e!” dide, rastî eleqeyeke mezin tê. Li Kompleksa Werzişê ya 500 Evlerê a şaredariyê, 212 jin bi awayekî rêkûpêk beşdarî van kursên belaş dibin. Di kursên ku hefteyê 6 roj tên dayîn de, ji aliyê mamosteyên pispor ve ji bo jinên beşdar dersên amadekarî, bez û pilatesê têne dayîn.







