‘Çavkaniya tundiyê pergala baviksalar e’

  • 09:03 7 Mijdar 2025
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Rojnameger Yadîgar Aygun da zanîn ku tundiya li ser jinan pir aliye û çavkaniya tundiya li ser jinê pergala baviksalare. Yadîgar Aygun daxuyakirin ku ji bo tundî bidawî be divê jin xwe rêxistin bikin.
 
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Li ser Jinê ya Navneteweyî  her sal di 25’ê Mijdarê de li her çar alî cîhanê jin li dijî tundiyê dadikevin qadan û daxwaz û serhildanên xwe diqîrin. Tundî ne tenê fîzîkî, di alî psîkolojîk, aborî, hestî û dîjîtal de pêk tê. Jin bi sedsalane li dijî tundiyê berxwe didin û heman demê de gavên xurt davêjin û destkeftiyên mezin bidest dixin.
 
Rojnameger Yadîgar Aygun der barê tundiya li ser jinan û riyên çareserî de axivî.
 
Yadîgar Aygun da zanîn ku tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û rojê herî kêm 8 jin tên qetilkirin. Yadîgar Aygun di berdewamiyê de wiha vegot: “Jin bi rêbazên DAIŞ'ê tên qetilkirin. Tundî pir aliye.  Ev tundiya psîkolojîk, fîzîkî, aborî û dîjîtale. Di alî aborî de li ser kes serdestî kirin di alî psîkolojîk û beden de zirarê dide. Pergala em tê de dijîn pergala serdest ya mêr e. Çavkaniya tundiyê  pergala serdest ya mêr e. Di vê pergalê de jin her tim di plana dawî de tên hiştin. Tundî li hember jin, LGBTÎ+, xweza û sewalan pêk tê. Di tundiya li ser jinan de para desthilatdariyê pir mezine. Ji ber polîtîkayên AKP’ê jinan hepsê malê dike.”
 
Peymana Stenbolê
 
Yadîgar Aygun balkişand ser Peymana Stenbolê û qanûna 6284 û wiha bi lêv kir: “Qanûnên ku jinan diparêzin bi destê desthilatdariyê tên tunekirin. Polîtîkayên desthilatdariyê jinan dişîne mirinê. Yek ji mijara din ya girîng jî daraze. Di darazê de polîtîkaya bêcezahiştinê heye. Jin tên qetiklirin gumanbar 4-5 mehan di girtîgehan de dimînin û piştre tên berdan. Gumanbar dema derdikevin dîsa jinan qetil dikin. Gumanbar dîsa serî li tundiyê dide. Lê nayê cezakirin. Zarok jî bi rêbazên giran tên qetilkirin. Bûyera Narîn Guran heye. Polîtîkaya bêcezahiştinê dibe sedema zêdebûna tundiyê. Ger gumanbar bihatana darizandin wê tundî jî evqas zêde nebûna. Di tundiya li ser jinan de bandora pergala kapîtalîst jî zêde ye.”
 
‘Em ê her tim tundiyê binivîsin’
 
Yadîgar Aygun di dawiya axaftina xwe de balkişand ser qanûnên heyî û wiha berdewam kir: “Ger qanûnan têr bikara wê jin nehatibana qetilkirin. Ji bo tundî bidawî be divê qanûn bikevin jiyanê. Divê qanûnên ku jinan diaprêzin bikevin jiyanê. Ji bo tundiya li ser jinan bidawî be divê desthilatdarî dawî li polîtîkayên xwe bîne. Desthilatdarî divê jinan biparêze. Divê polîtîkayên bêcezahiştinê rabikin. Ji bo tundî bidawî be çareserî rêxistibûna jinane. Divê em jin xwe li her derê rêxistin bikin û li dijî tundiyê xwe rêxistin bikin. Divê em bi civakê hişmendiyê bidin qezenckirin. Têkoşîna yekbûyî ferz e. Em ê li dijî qetilkirin, binpêkirin û tundiya li ser jinan bisekinin û binivîsin. Em ê bi pênûsa xwe tundiyê binivîsin.”