Li Şaredariya Peyasê atolyeya jinan
- 14:44 6 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - Perwerdeyên ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ji bo xebatkarên bênavber didomin.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li ser Jinan de ku destpêkiribû, xebatên hişyarkirinê bê navber didomîne. Di vê çarçoveyê de, ji bo karmendên Gerînentiya Xizmetên Ciwan û Sporê Atolyeya Wekheviya/Newekheviya Zayendî ya Civakî hate lidarxistin.
Astengiyên dîtbar û nedîtbar nîqaş kirin
Di atolyeya bi beşdariya xebatkarên jin yên Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê de, mijarên wekheviya zayendî ya civakî û newekheviyê bi kûrahî hatin nirxandin. Li ser astengiyên dîtbar û nedîtbar ên ku jin di jiyana civakî de rû bi rû dimînin, bi taybetî li ser hate rawestin.
Bi vê çarçoveyê, bi taybetî di bin sê sernavan de nîqaş hatin kirin:
Rolên Jinan ên Civakî: Rolên ku jin di jiyana kar, aborî, siyaset û nava malê de digirin ser xwe.
Hêviyên Civakî: Analîzkirina hêviyên civakî yên li ser van rolan ku têne barkirin.
Keda Nedîtbar: Girîngî û nirxê keda nedîtbar a jinê di nav malê de.
Prensîbên civakî û hêzdarbûnê
Di nirxandinên înteraktîf a bi beşdaran re, hate lêkolînkirin ku rolên civakî û prensîbên çandî hebûna jinan û gihîştina wê ya ji derfetan re çawa dirûv digire hate nîqaşkirin.
Di dawiya atolyeyê de, li ser mijarên hêzdarbûna jinê, beşdarbûyînek çalak di pêvajoyên biryargirtinê de û zêdekirina dîtbariya wekheviya zayendî ya civakî, ku bi bersivên hevpar hatin parvekirin û rêyên çareseriyê yên hevbeş hatin axaftin.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê diyar kir ku xebatên bi vî rengî yên di warê wekheviya zayendî ya civakî û têkoşîna li dijî tundiya li jinan de, di her qadê de bi biryarî wê bidomîne.







