Li Zanîngeha Bilkentê ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

  • 15:25 6 Mijdar 2025
  • Rojane
ENQERE - Xwendekarên Zanîngeha Bilkentê ji bo ronîkirina mirina bi guman a Rojîn Kabaiş meşek li dar xistin û gotin, "Divê ATK ya Stenbolê raporek nû amade bike. DNA’ya ku li ser bedena Rojînê hatiye dîtin divê ji kê ye, were eşkerekirin."
 
Xwendekarên Zanîngeha Bilkentê li kampusa zanîngehê meşiyan û daxwaza ronîkirina mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş kirin. Xwendekaran pankartek bi nivîsa "Rojîn Kabaiş xwe nekuştiye, ATK dîmenên otopsiyê veneşêre" vekirin. Xwendekaran dirûşmên wekî "Rojîn Kabaiş serhildana me ye" û "Jin, Jîyan, Azadî" berz kirin.
 
Hêlîn Berçem Gonullu got:”Ger edalet ji bo Rojînê neyê bicîhanîn, em nikarin dilrehet bin.”
 
Daxuyanî bi banga ji bo 25’ê Mijdarê bi dawî bû.