Jin: Hewcedariya jinan bi aştiyê heye
- 09:02 6 Mijdar 2025
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL- Jinên ku gotin ‘di serî de jin hewcedariya hemû kesî bi aştiyê heye’, diyar kirin ku divê hemû kesên bindest û tune tên hesibandin ligel hev jiyaneke azad û wekhev bijîn.
Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 1-2’yê Mijdarê de li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Bakirkoy a Stenbolê ‘Konferansa Demokrasiya Herêmî’ pêk anî. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, hevşaredar, rewşenbîr, akademîsyen, femînîst û gelek welatî tevli bûn. Di komxebatê de hat diyarkirin ku hem destkeftiyên jinan hem jî îradeya gel di rêveberiyên herêmî de hatiye xespkirin û balkişandin ser têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê. Ji Femînîstên Sosyalîst a Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Esîn îzel Uysal û pispora rêveberiya herêmî ya femînîst Mîne Kosem Çinar ku tevli konferansê bûn nirxandin kirin.
‘Hemû gavên tên avêtin girîngin’
Esîn Îzel Uysal da zanîn ku pirsgirêka Kurd bi sedsalane didome û di rewşa ev pirsgirêk neyê çareserkirin ne tenê gelê Kurd hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn wê bi encamên wê re bên rû hev. Esîn Îzel Uysal wiha berdewam kir: “Neçareseriya pirsgirêkê bandorê li her qada jiyanê dike. Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Di vî alî de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ gelek girînge. Divê ev bang û hemû gavên hatine avêtin erênî bên dîtin. Gavên hatine avêtin girîngin.”
'Girîngiya komîsyona hatiye avakirin'
Esîn Îzel Uysal balkişand ser pêvajoya berdana çekan û vekişîna PKK’ê ya ji Tirkiyeyê û wiha dirêjî dayê: “Ev gavên girîngin. Lê peywir û berpirsyariyên dewletê jî hene. Komîsyona li meclîsê hatiye avakirin girînge. Hemû alî hatin guhdarkirin. Niha ya esas ev e ku pêvajoyeke qanûnî, sererastkirineke hiqûqî pêk bê ye. Ne tenê li Kurdistanê li bajarên Tirkiyeyê jî qeyûm hatine tayînikrin. Ji ber vê jî gavên bên avêtin girîngin. Ez dikarim bêjim ku di alî civaka demokratîk û demokrasiyê de wê ji bo me hemûyan bibe destkeftiyek. Ji ber vê gavên divê bên avêtinê hene.”
‘Parastina pêvajoyê girîng e’
Esîn Îzel Uysal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tenê berdana çekan têr nake. Pirsgirêka destura bingehîn heye. Astengiyên li pêş zimanê dayikê hene, divê bi zimanê zikmakî perwerdehî bê dayîn. Dviê em riyên ku bikaribin ligel hev bijîn bibînin. Wê demê wê aştî pêk bê. Desthilatdarî hewl dide pêşiya siyasetê bigire. Bi tayînkirina qeyûman, operaysonên tên kirin ev ji xwe tê dîtin. AKP cara ewil vê nake. Bi salan e li hember Kurdan van pêkanînan dikin. Lê divê ewil dest ji van bê berdan. Berpirsyariya pêvajoyê dive li ser milê hemû civak û qada siyasî be. Em ê vê vebêjin û riyên vê pêş bixînin. Serkeftin bi têkoşîneke hepvar pêkan e.”
‘Hewcedariya jinan bi aştiyê heye’
Pirspora rêvebgeriya herêmî û femînîst Mîne Kosem Çinar jî balkişand ser konferansê û wiha got:Me jinan li ser navendên piştevaniya jinan, stargeh û yekîneyên wekheviyê yên di rêveberiyên herêmî de bi têkoşîna azadî û wekheviyê bidest xistine nîqaş meşand. Ji ber ev hemû bi têkoşîna jinan di rêveberiyên herêmî de hatin bidestxistin. Niha têkoşîn ji bo me hîn mezintir e. Ji ber demokrasî ji herêmê dset pê dike. Ev ji me jinan jî ji bo nasnameyên plana dawî jî derbasdar e. Li gorî me têkoşîna jinan piştgiriyek mezin dide aştiya bajar jî. Ji ber newekheivya di navbera gelan de her diçe giran dibe. Lihevkirina bajar ne cihekî aştiyê ye. Tu car jî ne wisa bû. Ji ber tu carê em wek gel tevli mekanîzmayên rêveberiyê nebûn. Ji ber vê jî têkoşîna ji bo vê ji her demê wêdetir girîng e. Ji ber vê jî xebata ji bo aştiya bajar wê ji bo aştiya giştî jî alîkar be. Ji ber hewcedariya me hemûyan bi aştiyê heye. Hewcedariya jinan, penaberan bi aştiyê heye. Hewcedariya hemû kesî pê heye.”







