Zarokên Zarokistanê li şanoyê hatine cem hev

  • 11:33 31 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
 
 
AMED -Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca pêşketina civakî û çandî ya zarokan, xwendekarên ku li Zarokistan Kreş û Mala Lênêrîna Rojê perwerde dibin, bi şanoyê re anî cem hev.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo ku zarok bi çand û hunerê re werin cem hev, ji bo xwendekarên ku li Zarokistan Kreş û Mala Lênêrîna Rojê perwerde dibin, bernameyek li dar xist. Di çarçoveya bernameyê de zarokên ku bi perwerdekarên xwe re bi servîsan ji Zarokistan Kreş û Mala Lênêrîna Rojê ya Baxlarê (Bagcilar) hatin girtin, anîn salona şanoyê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê.
 
Zarokan lîstika Keçelok temaşe kir
 
Zarokên ku lîstika "Keçelok" temaşe kirin, tecrûbeyeke xweş, perwerdekar û jibîrnekirî jiyan.
 
Lîstikvanên Keçelokê, ku zarok jî tevlî lîstikê kirin, bi muzîk û dansên xwe jî bal kişandin ser zarokan.
 
Lîstika ku çîroka wê ji aliyê Celîl Toksoz ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin, wergera wê ya Kurdî ji aliyê Kawa Nemir ve hatiye kirin û tê de Rêzan Kaya, Elvan Koçer û Şîlan Alagoz rol girtine, serkeftina nehfîbûn, paqijî û dilpakiyê vedibêje.