
Tendirustiya Zeyneb Celaliyan ne baş e û nayê dermankirin
- 11:17 14 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Roj bi roj binpêkirinên mafên mirov ên rejîma Îranê yên li dijî jinên Kurd zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan tevî ku rewşa wê ya tendirustiyê nebaşe, lê heta niha rê nehatiye dayîn ku were dermankirin û di jêr çavdêriya bijîşk de be.
Rêxistina Mafên Mirov a HRNA’yê têkildarî rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezd a Îranê cezayê heta hetayî lê hatiye birîn, raporek belav kir.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku Zeyneb Celaliyan take girtiya siyasî ya jin e ku ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê heta hetayî lê hatiye birîn û niha li girtîgeha Yez de tê hiştin. Hatiye gotin ku tevî rewşa tendirustî ya Celaliyan ji ber nexweşiya çav û gurçik û mîdeyê xirab e, lê hîna jî ji çavdêriya bijîşk a pêwîst û berdewam bêpar hatiye hiştin.
Hatiye diyarkirin ku demek dirêj e girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ji ber nexweşiyên mîde, gurçik û çav rewşa wê xirab e, lê heta niha berpirsên girtîgeha Yezd karûbarên pêwîst ji bo dermankirina wê nekirine.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku meha borî li yek ji nexweşxaneyên bajarê Yezd neştergeriyek ji Zeyneb Celaliyan re hatiye kirin, lê piştî du rojan carek din ew vegerandine girtîgehê. Hat gotin ku di dema neştergeriyê de jî kelepçe bi destên Celaliyan vebû.
Hêjayî gotinêye ku Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.