Jinên ji bo ‘aştiya civakî’ meşiyan: Divê desthilatdarî demildest gavê bavêje

  • 17:55 31 Gulan 2025
  • Rojane
AMED - Jinên tevli meşa bi dirûşmeya ‘Em ji bo Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk dimeşin’ ya li Amedê bûn peyama ‘pêşengên aştiyê wê jin bin’ û ‘divê desthilatdarî demildest gavê bavêje dan.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û demokrasiyê dimeşin” heta Mizgefta Mezin meşek li dar xist. Ji her derê Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran jin tevli meê bûn.Meş ji ber şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir û li Birca Bizinê bidawî bû. Jinên ji her alî 
Tirkiye û Kurdistanê hatin saetên sibehê de gihiştin Amedê.
 
Ligel rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, hevserokên DEM Partî û DBP’ê û parlamenter tevli bûn. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berzkirin û dovîzên ‘ne malbat em jinin’, ‘Jiyanek wekhev û azad pêkane’ hildan.
 
Bang li desthilatdariyê kirin:Demildest gavê bavêjin
 
Jinên di meşê de ji JINNEWS’ê re axivîn diyar kirin ku pêşengên aştiyê jinin û gotin divê desthilatdarî demildest gavê bavêje û berovajî vê wê hesta baweriyê ava nebe.