
Jinên Partiya Çep a Kesk: Du aliyên maseyê têr nakin
- 09:05 29 Gulan 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Jinên Partiya Çep a Keskan diyar kirin ku ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin û wiha gotin: “Bêguman pêvajo girînge. Lê pêvajo bi du aliyên maseyê nayê meşandin. Di vir de hevkariya çep girînge.”
Partiya Çep a Keskan (YSP) bi dirûşmea ‘Ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîna hevpar’ li Enqereyê konferansa xwe ya du rojan li Sahneya Yilmaz Guney a Maltepeyê pêk anî. Di konferansê de bi taybet pêvajoya nû, pêşketin û nîqaşên aştiyê hatin nîqaşkirin.
Jinên tevli konferansê bûn der barê pêvajoyê de axivîn.
Hedef zemîna têkoşîna hevpar e
Endama PM'ê ya Partiya Çep a Keskan û rêvebera Aydinê Fusun Oguz got mijara esas a konferansê aştî û demokrasî bûye û wiha got: “Ji roja em ava bûne hedefa me têkoşîna hevpar e. Bi taybet di demên dwî de ev hîn bêtir ferz e. Belavbûna çep êdî tiştekî nade gelan. Ji ber vê pêşketina kongreyê ya ji bo vê em kêfxweş kirin. Me wek meclîswa partiyê bi biryara girt ev xist jiyanê.”
‘Du aliyên maseyê têr nakin’
Fusun Oguz bi lêv kir ku nîqaşên pêvajoya aştiyê bi hêvî dişopînin û wiha bi lêv kir: “Ev wlat ji bo gelan bûye axa êşan. Li Kurdistanê êşên mezin hatin kişandin. Em ji pêvajoyê kêfxweşin lê pêvajo tenê bi du aliyên maseyê nayê meşandin. Em hemû vê dizanin. Têkoşînek gel a xweser pêwist e. Ji ber vê jî hevkariya çep a di vir de gelek girînge.”
‘Ji têkoşîna yekbûyî hêz dertê holê’
Hevberdevka Aydinê Emîne Îgcîoglu destnîşan kir ku dirûşmeya konferansa wan mezinkirina têkoşîna aştî û demokrasiyê ye û wiha dirêjî dayê: “Ji bo jinan ev pir girînge. Mexdurên şer jin û zarokin. Em jinên partiya çep a Keskan têkoşîna hevpar hedef dikin. Hêvîdarim piştî kongreyê têkoşîn bê berfirehkirin. Ji bo tevgera jinan xurt bibe divê tevgera jinên Kurd mînak bê girtin. Divê bi teşeyê rêxistibûna wan derkevin rê. Divê em bi hev re tevbigerin. Têkoşîna yekbûyî û girîngiya wê di kongreyê de carek din hatiye vegotin.”