Tedawiya Werîşe Muradî tê astengkirin

  • 12:44 8 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê dimîne, her diçe rewşa wê ya tendirustiyê xirabtir dibe û rêveberiya girtîgehê nahêle tedawî bibe.
 
Werîşe Mûradî ya ku cezayê darvekirinê lê hatiye birin û li Girtîgeha Evînê dimîne, tevî fitiqa piştê û stû jî nayê tedawîkirin.
 
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw, tevî ku bijîjkan beriya 5 mehan gotine divê emeliyat bibe jî rayedarên Girtîgeha Evînê Werîşe Mûradî nabin nexweşxaneyê. Werîşe Mûradî berê jî ji ber greva birçîbûnê ya 20 rojan, ji mîde nexweş ketibû, rayedarên girtîgehê birina wê ya nexweşxaneyê red kiribûn lê bi zexta rêxistinên mafên mirovan sewqê nexweşxaneyê hatibû kirin.