‘Dest ji polîtîkayên xespkirina mafê jinan berdin’
- 18:38 22 Nîsan 2025
- Rojane
AMED - DAKAP û Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê der barê hedefgirtina bgedena jinê de daxuyaniyek da û got: “Normalbûn, anormalbûna welidînê tuneye. Dest ji polîtîkayên xespkirina mafê jinan berdin.”
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê li dijî qedexekirina welidîna bi sezeryanê ya li navendên tîpa taybet a û hedef girtina bedena jinê de li şaxa SES a Amedê daxuyaniyek dan.
Îlknur Arik di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku li xespkirina mafê jinan her roj polîtîkayek nû zêde dibe û got bedena jinê bûye alava polîtîkayên nivûs û welidînê. Îlknur Ayik got polîtîkayên dijminê jinê tên afirandin û nasnameya jinan tune tê hesibandin.
Li dijî beden û tercîhên jinan êrîş
Îlknur Ayik daxuyakirin normalbûn, anormalbûna welidînê tuneye û got gotina ‘teşwîqkirina welidîna vajînal’, êrîşek li hember beden û tercîha jinane. Îlknur Ayik daxuyakirin ku divê demildest dest ji polîtîkayên xespkirina mafê jinan bê berdan û got: “Em van zextên li ser jiyan, bedena jinê qebûl nakin û em têkşîna azadiya jinê bilind bikin.”
Sreoka komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen jî daxuyakirin ku desthilatdarî bi van polîtîkayan bi salane jinan hepsê malê dike û got ev pêkanîna dawî jî polîtîkayeke ku gihiştiye mudaxalekirina bedena jinê.