
Li Helebê bandora fikra Abdullah Ocalan a li ser jinan hat nîqaşkirin
- 18:20 10 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi hevkariya ‘Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan’ paneleke diyalogê li bajarê Helebê li dar xist. Di panelê de bandora fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser jinan û aqûbeta wan hatin nîqaşkirin.
Bi diruşma "4’ê Nîsanê vejîna azadiya jin û gelan e" Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Siyasî yên Demokratîk a Kongra Star bi hevkariya ‘Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ‘li parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê paneleke diyalogê li dar xist.
Di panelê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistinên jinan, meclisên xwecihî û komîn beşdar bûn. Her wiha bi rêya onlinê rojnamevana Emazîxî Intisar Boughanmî û jina çalakger Gulê Mihemed ji Kenedayê amade bûn bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zîlan Elî li ser mijara panelê ya bi navê "rojbûna Rêbertî rojbûna azadiya gelên bindest û jinan e" axivî.
Zîlan Elî li ser xwezaya pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Fikra wî ya pêşketî bi pêkanîna pratîkî ve girêdayî ye.Armanc ji bangê ew e ku bingehên civakî-aborî werin avakirin ku garantiya derbirîna serbest a nasnameyan hebe û her beşek civakî were xurtkirin."
Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Rojnamevana Emazîxî Intisar Boughanmî bi rêya onlinê tevli panelê bû û got: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi girîngîdayîna rizgariya jinê dikarin rêveçûna civakî sererast bikin."
Jina çalakger Gulê Mihemed jî wiha got: "Banga Rêber Abdullah Ocalan bi xwespartina li çareseriyên siyasî destpêka qonaxeke nû ye. Her wiha azadiya jinê bengeha azadiya civakê ye."