
Eren Keskîn: Mafê hêviyê mafê herî esas ê Ocalan e
- 09:04 18 Nîsan 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Eren Keskîn der barê mafê hêviyê de axivî û da zanîn ku divê Tirkiye demildest sererastkirina der barê mafê hêviyê de bike jiyanê û got mafê hêviyê mafê herî sereke yê Abdullah Ocalan e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û nîqaşên ‘mafê hêviyê di rojevê de cihê xwe digire. Di 2014’an de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di mijara mafê hêviyê de biryar da ku kesên 25 sal li girtîgehê mane divê ji mafê hêviyê fêdeyê bigirin. Komîteya wezîran a Konseya Ewropayê di civîna 17-19’ê Îlonê de biryarên binpêkirina dîsa xist rojeva xwe û ji bo Tirkiyeyê ku gavên şênber bavêje heta Îlona 2025’an dem da.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn der barê mafê hêviyê de û geşedanan de axivî.
Eren Keskîn got mafê hêviyê ji bo girtiyên bi salan girtî dimîne hêviya ku rojekê bên berdan dide. Eren Keskîn wiha dirêjî dayê: “Der barê vê de biryarên girîng ên DMME’ê hene. Der barê Tirkiyeyê de biryarên mahkumiyetê hene. Û ji dewletan re dibêjin; sererastkirinên qanûnî yên nû yên der barê mafê hêviyê de bikin. Mafê hêviyê îro bi saya Ocalan tê nîqaşkirin.” Divê Tirkiye der barê mafê hêviyê de demildest sererastkirina qanûnî bike.”
‘Divê sererastkirin bên kirin’
Eren Keskîn balkişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha domand: “Ocalan tenê girtiyek nîne rêveberê gelekî ye. Her wiha îro ji ser Ocalan pêvajoyek nû ya aştiyê tê axaftin. Ocalan di siyasetê de fîgurekî girîng e. Nîqaşa mafê hêviyê dereng maye. Divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin. Em di pêvajoyek nû de ne. Wê hinek sererastkirin bên kirin. Dewlet neçar e vê bike.”
‘Mafê hêviyê mafê herî xwezayî ye’
Eren Keskîn diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û got: “Divê tecrîd bê rakirin. Bi salan e li Îmraliyê pergalek cuda tê meşandin. Ji derveyê pergala înfaza dewleta Tirk pergalek tê bikaranîn. Divê malbat û parêzer hevdîtinan bikin. Di çarçoveya mafê hêviyê de divê şert û mercên azadiyê pêk bên. Ev mafê herî xwezayî yê Ocalan e. Peywira mezin a dewleta Tirk ev e ku vê pêvajoyê bigihîne serkeftinê. Hewcedariya vê erdnîgariyê bi aştiyê heye.”