
9 sal derbas bû hîna gumanbar nehatine darizandin
- 09:06 18 Nîsan 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
WAN - Remziye Bor di 2016’an de li taxa Xaçort a Wanê di serdegirtina polîsan a mala wê de jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsana der barê mirina Remziye Bor de tevî 9 sal derbas bûye tu pêşketin tuneye. Malbat û parêzeran diyar kirin ku lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û ji Dadgeha Destûra Bingehîn biryarê dipên.
Li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jina bi navê Remziye Bor a 27 salî ku 7 meh û nîv ducanî bû di 19’ê Nîsana 2016’an de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve di serdegirtina mala xwe de hat qetilkirin. Dosya der barê qetilkirina Remziye Bor de tevî 9 sal derbas bûye hîna bi encam nebûye. Gumanbar nehatin darizandin û dozger dibêje lêpirsîn qels e. Malbat û parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan û çar sal in biryar tê payîn.
Têkoşîna hiqûqî ya malbatê
Piştî qetilkirina Remziyeyê malbat û parêzeran dest bi têkoşîna hiqûqî kirin. Parêzeran 22’yê Tebaxa 2019’an de ji sûcê ‘bûne sedema mirina bi teqsîr’ serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dan û di 2020’î de biryara ‘cih ji lêpirsînê re tuneye’ hat dayîn. Parêzeran ev biryar birin 2’yemîn Dadgeriya Cezayê Sulh a Wanê. Dadgeiryê di 8’ê Sibata 2021’ê de îtîraz red kirin û li ser vê serî li dadgeha destûra bingehîn hat dayîn.
‘Em li bende biryara DDB’ê ne’
Parêzerê dosyayê Veysî Guneş da zanîn ku doza bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li Remziye Bor hatiye vekirin piştî Remziyeyê jiyana xwe ji dest daye hatiye xistin. Veysî Guneş wiha got: “9 sal in ji bo mirina Remziye Bor ronî bibe em têkoşîna hiqûqî didin. 6 salan tevî hemû daxwazên lêpirsîn û lêkolînên delîlan tu tiştek nehat kirin û li ser vê nehat kirin. Li ser vê me dosya di 2021’ê de bir DDB’ê. 4 sal in em li bende biryarê ne.”
Veysî Guneş balkişand ser biryarên mînak û got: “Em dipên ku der barê binpêkirina mafê jiyanê de biryar bê dayîn. Sedema vê jî ev e ku mirina wê baş nehat lêkolînkirin, di encama lêpirsîna qels de gumanbar nehatine tespîtkirin. Em dipên ku DDB êdî biryarekê bide.
‘Ji nêz ve gule barandibûn’
Xwişka Remziye Bor, Mehsîme Kamerî jî got dewlet ji bo ser mirina xwişka wê bigire her tiştî dike û got: “Di mirina xwişka min de para xwe nabînin. Îdia dikin ku bi guleya polîsan nehatiye qetilkirin. Dibêjin endamên rêxistinê lê xistine. Xwişka min bi guleyên polîsên dewletê hat qetilkirin. Ji nêz ve gule lê barandine. Guleyek li stûyê wê du heb li pişta wê ketine. Pişta wê parçe bibû. Encamên otopsiyê jî li holê ne.”
Mehsîme Kamerî di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku polîs bêyî hişyar bikin gule reşandine û wiha got: “Li vî welatî tu sûcê li hember jinan nayê cezakirin. Li dijî tu tiştî ewlehiya canê jinan tuneye.”