Girtî ji jiyana civakî tên îzolekirin

  • 09:05 18 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Parêzer Hulya Yildirim der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de axivî û da zanîn ku tevî binpêkirin tên tespîtkirin jî tu sererastkirin nayên kirin û got rejîma înfazê tê sîstematîkirin.
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin giran dibin û bandorek mezin li ser şert û mercên jiyanê dikin. Parêzer Hulya Yildirim der barê mijarê de axivî û da zanîn ku mafên herî sereke jî tê astengkirin û li girtîgehan ev pêkanîn sîstematîk tên meşandinê. 
 
Hulya Yildirim der barê polîtîkayên pêk tê de axivî.
 
Biryarên dijdemokratîk yên ÎGK’ê
 
Hulya Yildirim destnîşan kir ku bi biryarê lijneya şopandinê gelek girtî bi binpêkirinan re tên rû hev û bi biryarên wê tahliyeya girtiyan tê astengkirin. Hulya Yildirim wiha dirêjî dayê: “Pirnî jî li girtîgeha jinan a Sîncanê pêk tên. Heta niha tu girtiyekî kubi biryara tahliyeya bi şert nehatiye tahliyekirin. Yek mijara din jî binpêkirina mafê tenduristiyê ye. Pirsgirêka herî zêde tê jiyînê ev e. Der barê mafê girtina agahiyan de jî binpêkirin mijara gotinê ne. Der barê binpêkirina mafê tahliyekirin û tendurisityê de raporên me hene. Ev bi Eqnereyê sînor nîne. Li her derê heye. Ji ber vê raporên me weşandine em di çarçoveya giştî de digirin dest.”
 
Bandora girtîgehan a li ser bedena girtiyan
 
Hulya Yildirim bi lêv kir ku şert û mercên girtîgehan ji xwe zehmetin û lê li girtîgehên nû hatine avakirin pergala tecrîda mezin xistine jiyanê. Hulya Yildirim ev tişt bi lêv kir: “Ne tenê girtî malbat jî pir serlêdanan dikin. Li girtîgehan rewşa baş a rih û beden a girtiyan ji holê rabûye. Li girtîgehên YGC û S ev pir zêde tên dîtin. Li van girtîgehan mafê tenduristiya girtiyan tuneye. Îzolasyonek cidî mijara gotinê ye. Di odeyekê yek kesî de dimînin û hewadank bi sînore, xebatên civakî û sportîf tune ne. Em dibêjin ku divê ev girtîgeh bên girtin. Der barê binpêkirinan de serî li wezaretan tên dayîn. Me ev serlêdan kirine rapor. Divê demidlest polîtîkaya der barê girtîgehan de bên guhertin.”