Parêzer Eva Schonveld: Bang îlham û bawerî ye

  • 09:03 5 Adar 2025
  • Rojane
Melek Avci 
 
ENQERE - Parêzera navneteweyî Eva Schonveld da zanîn ku banga Abdullah Ocalan girîng e û wiha got: “Tevgra Azadiya Kurd di navbera aktîvîstên siyasî de bandorek navneteweyî afirandiye. Zelalbûna wan, fikr û tecrubeya wan ji bo bidawîbûna binpêkirinê li sernaserê cîhanê dibe çavkaniya îlhamê.”
 
Banga "Avakirina civaka demokratîk" ya Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibatê de saet di 17’an de hat deklerekirin hîna jî deng dide. Banga ku li Tirkiye, her çar alî Kurdistan û Tirkiyeyê hîna tê axaftin, wek "Îfadeyek îradeyê ya mezin" tê nirxandin. 
 
Ji Delegasyona Tecrîdê ya Navneteweyî parêzer Eva Schonveld ku gelek caran di mijara tecrîdê de serdana Tirkiyeyê kiriye der barê banga dîrokî û tecrîda hîna didome de axivî.
 
‘Me ew baş dît ev tiştekî pir baş e’
 
Eva Schonveld diyar kir ku di wêne Abdullah Ocalan baş bûye û vê ew kêfxweş kirine û got: “Di serdana min ya ewil de salek bû agahî ji Abdullah Ocalan nedihat girtin. Bi rastî ev bi fikar bû û mirov ditirsiyan. Ez matmayî mabûm."
 
‘Biryar divê guherînên siyasî jî bîne’
 
Eva Schonveld daxuyakirin ku divê aştî ji dil bê û der barê banga hatiye kirin de jî got: “Aştî bi demokrasiya rast dikare pêk bê. Divê ev biryar, bêçekbûn bi pêvajoyên demokratîk bên. Banga Ocalan girînge. Divê derbarê demokrasiyê de bê axaftin. Bêçekbûn divê guherînên siyasî bi xwe re bîne.”
 
‘Ne tenê gotin divê pratîk hebe’
 
Eva Schonveld bi lêv kir ku divê Tirkiye di vê mijarê de pratîkê nîşan bide û wiha dirêjî dayê: “Ne tenê gotin divê pratîk hebin. Ji ber me dît ku sozên siyasî çiqas têr dikin. Ev guhertinên tên kirin heman demê de wê ji bo berdana girtiyên siyasî, bidawîbûna girtin binçavkirin û pêkanînên îşkenceyê wê bibe derfet.”
 
Bang îlham û baweriye
 
Eva Schonveld wiha berdewam kir: “Beriya lihevkirinê divê zemînek saxlem bê avakirin. Ev bang wê dînamîkên herêmê biguherînin. Tişta der barê dewleta Tirk de min fêr kiriye ve ku divê teqez bi giştî pê bawerî tune be. Ji ber vê jî beriya lihevkirinê divê zemînek saxlem ava bibe. Ev bang bi rastî girîng e. Bi îlham û baweriye. Gavek wêrek ya ku tu car nehatiye dîtinê ye.”
 
‘Tevgera azadiya Kurd çavkaniya îlhamê ye’
 
Eva Schonveld her wiha bi lêv  kir ku tevgera azadiya kurd navbera aktîvîstên siyasî de bandorek navneteweyî afirandiye û li seransrê cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Eva Schonveld ev nirxandin kir: “Xebata Jineoloji, bi taybetî, bandorek girîng li ser nîqaşên îdeolojîk ên di nav kesên ku hewl didin li gelek welatên cihê guhertinan çêbikin, dike. Zelalbûn, kûrahiya fikir û tecrubeyên wan, nêzîkatiya pragmatîk û çanda kûr a lênihêrîna kesên din, israra li ser bidawîkirina îstîsmarê û xemsariya hev û din ya li seranserê cîhanê îlhamek e.” 
 
Eva Schonveld dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ev bang destpêka demeke nûye û wiha dawî lê anî: “Ger wisa be, ew ê pir baş be! Kurd di gelek waran de pêşeng in û dibe ku ev pêngava ku bi zanebûn lê bi baldarî wan di warê çekdarî de bêparastin dihêle, îlhamê bide gelên din ên herêmê. Ev bê guman dê bibe tevgerek bêhempa. Dê bi rastî girîng be ku ev yek bi qasî ku gengaz be bi çavdêriya medyayê re bi gelemperî were kirin, ji ber ku ew yek rêyek e ku rêyek ewledar çêbike heke ew li ber çavên cîhanê were kirin.”