Pervîn Buldan nêrgîsên ku ji Îmraliyê anîbûn diyarî ajansa me kir

  • 13:33 4 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pervîn Buldan ku behsa hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir, 4 guliyên ku ji Girava Îmraliyê anîne diyarî ajansa me kir.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan di Şandeya Îmraliyê de cih digire, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku têkildarî 8’ê Adarê peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirtine. Pervîn Buldan di hevpeyvîna xwe de wiha got: "Di dawiya hemû hevdîtinan de giranî dide ser pirsgirêkên jinan. Peyamên ku di vê civîna dawî de derbarê jinan de dayî weke peyama 8'ê Adarê anî ziman. Em amadekariyên wê dikin û ev peyama ji bo jinan wê di 8'ê Adarê de li her qadan bê xwendin. Birêz Ocalan pirsa 'Mirov çawa dikare jina ku pir jê hez dike bikuje? Ez nikarim fêm bikim". Da zanîn ku ji bo pêşî li kuştina jin û zarokan bê girtin, pêwîst e li dijî vê zîhniyetê têkoşîn bê dayîn. Birêz Ocalan diyar kir ku divê em peyama 8'ê Adarê ya ku wê ji bo jinan bibe qonax û ronesansê bi jinan re li qadan parve bikin."
 
Pervîn Buldan piştî hevpeyvînê 4 nêrgîzên ku li Girava Îmraliyê berhev kirine diyarî ajansa me kir.