Ji îktîdarê daxwaza gavên samîmî

  • 09:04 19 Çile 2025
  • Rojane
STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê derbarê nîqaşên pirsgirêka Kurd û pêvajoya nû de nirxandin kirin û wiha gotin: “Ger ku pêvajoyeke ku têde maf, hiqûq û edalet hebe em şopdarê vê pêvajoyê ne û piştgiriyê didinê.”
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di nav de cih digirin, di 28'ê Kanûnê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê serdanên heyetê bi saziyên siyasî û nûnerên partiyan re berdewam kir. 
 
Dayikên Aştiyê yên Stenbolê derbarê mijarê de axivîn û diyar kirin ku wê şopdarên pêvajoyê bin û piştgiriyê bidin.
 
Navnîşana çareseriyê Îmraliye
 
Ayten Toprak: Pêvajoyek bi navê aştiyê heye lê bi şênber nav tuneye. Pêvajoyek hatiye destpêkirin, lê dîsa jî qeyûm tayîn dikin, hêj kes tên binçavkirin û girtin, girtî bi binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Li aliyekê em kêfxweş dibin û dibêjin dê aştî pêk were, lê li aliyê din şer berdewam dike û qetlîam didomin. Ez dixwazim vê pêvajoyê baş û erênî bixwînim. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe. Weke dayik erka me çi be em amade ne ku bikin. Em niyeta dikin ku çi ji destê me tê em bikin. Ji ber ku em aştiyê dixwazin. Em heta îro her tim li aliyê aştiyê bûn, îro jî em ê aştiyê biqîrin. Em dixwazin ev pêvajo baş bimeşe. Em ji bo dayika Kurd û dayika Tirk aştiyê dixwazin. Ger hewce bike em dakevin qadan da ku êdî dayik negirîn, em ê biçin. Em wek dayik çareserî û aştiyê dixwazin. Navnîşana vê çareseriyê Îmraliye. Çareserî di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye. Weke Dayikên Aştiyê her ku pêwîst be em diçin û li wan deriyan dixin. Ji bo zêdetir bilezkirina vê proseya aştiyê, pêwîste em bi hemû pêkhateyên civakê re, bi taybetî nûnerên hemû aliyên siyasî re pêwendî deynin. Divê her kesê ku hestiyar e, ji bo bidawîkirina şer berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe. Divê her kes li cem me be û em bi hev re vê aştiyê pêk bînin.
 
‘Êdî bes e bila aştî pêk bê’
 
Cemîle Çîftçî: Çûn û serokatî dîtin, şukur  rewşa wî baş e. Bihîstina vê nûçeyê xweş e. Samimiyet bi qasî hevdîtinê girîng e. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her kesî. Azadî û serkeftin tê xwestin. Hilweşîna wê hêsan e û berhevkirina wê jî dijwar e. Daxwaza me tenê ew e ku ev şer bi dawî bibe û hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Divê dayikên her kesên jiyana xwe ji dest dane bibin yek. Divê em bibin yek û li ber xwe bidin. Em amade ne ku her berpirsyariya dikeve ser milê me dayikan bi cih bînin. Heta ku aştî pêk were çi pêwîst be em ê bikin.
 
‘Em li alî aştiyê ne’
 
Emîne Erbek: Her tim şer, wêranî, komkujî û girtinê ji bo Gelê Kurd rewa dibînin. Bi van zextan çareserî nabe.  Divê Gelê Kurd li dijî van hemû êrişan destê xwe bidin hev. Bila êdî zarokên me nemirin. Divê êdî ne gerîla, ne leşker, ne jî polîs nemirin. Ji ber ku dayikên van zarokan hene. Em dayikên wan in. Ez bang li dayikên leşkeran dikim; Dem dema yekbûna dengên me ye. Bi Dayikên Aştiyê re bibin yek û em daxwaza aştiyê bikin. Ger aştî nebe dê mirin jî bidomin. Ev mirin dê heta kengî berdewam bikin? Banga min ji her kesî re ye. Divê em bibin yek. Daxwaza me azadiya Rêberê me û azadiya girtiyên me ye. Ger bê berdan dê çareserî çêbibe. Divê êdî çareserî hebe. Ger çareserî nebe dê şer berdewam bike. Ji Rojava heta Sûriyê li her derê şer heye. Divê êdî destên xwe ji ser Gelê Kurd rakin. Şer ne çareserî ye. Tayyîp Erdogan ji van kesan çi dixwaze êdî bes e. Lê ew çi bikin bila bikin em kurd westayî nabin. Çi li me dikin bila bikin em ê dev ji qîrîna aştiyê bernedin.
 
‘Divê gavên samîmî bên avêtin’
 
Reyhan Akgul: Em êdî şer naxwazin. Şer ji xeynî zirarê tiştekî din nîne. Di pêvajoyên dawî de jî dibêjin bila serokatî were li meclîsê biaxive. Li aliyekî wiha dibêjin, li aliyê din qeyûman tayîn dikin, îradeya me nahesibînin, şaredariyên me desteser dikin. Şer hîn zêdetir gur dikin û qetlîamê didomînin. Ger hûn ê qala pêvajoyekê bikin, divê niyeta we pak be. Divê hûn samîmî bin. Divê gavên samîmî bên avêtin. Li aliyekê dibêjin aştî, lê li aliyê din gundek li Rojava nemaye ku lê nexistibe. Çima her derê wêran dike? Dibêjin Allah Ekber û me dikujin. Li ser al û alayên xwe navê Xwedê nivîsandine û êrîşî kevir û axa me dikin. Xwedê vê yekê jî qebûl nake. Me tenê daxwaza edalet û aştiyê kir. Daxwaza me aştî ye. Ger pêvajoyek bi maf, hiqûq û edaletê ve hebe, em ê vê pêvajoyê bişopînin û piştgiriyê bidin.