Cezayê hevşaredar Bîrsen Orhan hat bidawikirin
- 16:37 15 Çile 2025
- Hiqûq
DÊRSIM- Di rûniştina yekemîn a doza hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku qeyûm tayînî şuna wê hatibû kirin de biryara hepsa malê û qedexeya derketina dervê welat, hat bidawîkirin.
Piştî ku di 22’yê Midara 2024’an de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin, derbaerê Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan de bi îdiaya "li dijî qanûna xwepêşandan û meşan" derketiye û "Li hemberî plîsan derketiye" hat binçavkirin û cezayê hepsa malê û yê qedexeya derketina dervê welat lê hatibû birin. Cezayê ku li Bîrsenê hat birin di danişîna ewil a doza wê ku îro hat dîtin de hat bidawîkirişn.