Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê hatin gel hev

  • 12:08 19 Çile 2025
  • Rojane
 
  
NAVENDA NÛÇEYAN -Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li navenda KNK’ê li paytexta Belçîka Brukselê hatin gel hev. Di civînê de rewşa siyasî, civakî, geşedanên li Rojhilata Navîn û taybet jî rewşa siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê hate nirxandin.
 
Bi armanca dahûrandin û şîrovekirina rewşa Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya rewşên nû yên ku li Rojhilata Navîn rû didin, bi pêşengtiya KNK’ê piraniya partî û rêxistinên ku ji bo Rojhilatê kurdistan kar û xebatên siyasî dimeşînin, hatin gel hev.
 
Di destpêkê de hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs spasiya xwe ji tevayî nûnerên partî û rêxistinan kir ku ji banga wan re bi erênî bersiv dane û beşdar bûne. Hate ragihandin ku  di encama biryara ku li civîna li sedsaliya Peymana Lozan’ê ya 2023’yan de hatibû wergirtin ku Şêwra Netewî ji bo her çar hêlên Kurdistanê were li dar xistin, pêk hat.
 
Piştî hilbijartina dîwanê, yek deqe bêdengî ji bo bîranîna pakrewanên Kurdistanê rawestiyan. Piştî wê jî di derbarê rewşa siyasî, civakî û geşedanên li Rojhilata Navîn û bi taybet jî rewşa siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê şîrove û nirxandin hatin kirin.
 
Pêdiviya me bi yekitiyê heye
 
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ku yek ji endamên dîwanê bû axivî û got, “Di serî de em keyfxweşiya xwe ji bo nûner û kesayetên siyasî dikin ku bersiva banga me dan û beşdar bûne. Ev civîn ji bo beriya pêkhatina Konferansa Neteweyî ya Kurd bêguman gaveke pir mezin û girîng e. Ji ber ku ev cara yekem e ku xebateke wisa ji bo Rojhilatê Kurdistanê tê lidarxistin. Di vê pêvajoyê de gaveke pir girîng e ku em bikaribin weke hêzên Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bibin û rewşê binirxînin. Ji ber ku bi vî halê heyî rewşeke pir belav heye û demildest pêdiviya me bi yekdengî û yekitiya navxweyî di Rojhiatê Kurdistanê de heye. Ji ber ku ev pêvajo gaveke wisa ji me Kurdan dixwaze û lazime em weke kurd ji her demê zêdetir ji bo dema pêş bi yekgirtî û bi avayeke yekdengî amade bin.”
 
'Em tev malbatek in'
 
Di nirxandinan de bi taybet li ser mijarên hevbeş, pirsên hevbeş û xalên hevbeş nêrîn derketin pêş. Her wiha hate gotin: “Em tev ji malbatekê ne, raste gelek partî û rêxistinên cuda ne, navên cuda ne, lê em tev mirovên hev in, ji yek malê ne û lazim e em xalên xwe yên hevbeş peyda bikin û bidin pêş û bi hev re dibin sîwanekê de kar bikin. Ev rastiyeke ku tu partiyeke ji Rojhilatê Kurdistanê îro bi tena xwe nikare ji bo Rojhilatê Kurdistanê bibe bersiv. Rast e em her yek xwedî îdeolojî, bîr û ramaneke cuda ne, lê em dibînin ku çawa dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ çawa gel di bin yek dirûşme de kire yek û bi pêleke cîhanî.
 
Li ser navê tevayî partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî hevbeş ji bo şermezarkirina biryara dardekirina Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bang were kirin. Her wiha di nava nîşqaşan de bi awayeke hevbeş bang were kirin ku li tevayî Rojhilatê Kurdistanê grêveke seranserî bibe. Di encama vê civînê de komîteyeke amadekar wê were hilbijartin ku nûnerên her partiyê di nav de hebe û di dema pêş de amadekarî ji bo Şêwra Neteweyî ya Rojhilatê Kurdisanê bike û ew Şêwra Rojhilatê Kurdistanê jî beriya Newrozê Rawêja Rojhilat were lidar xistin.”
 
Li ser navê tevayî partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê komîsyonek hate avakirin ku ji jer saziyek nûnerê xwe di nav de hebe.
 
Di dawiya civînê de banga beşdariya ji bo tribunala ku di 5 û 6’ê Sibatê de li ser Tirkiye were lidarxistin, hate kirin. Ji ber ku dibe di dema pêş de li ser sûc û tawanên desthilatdariya Îranê jî tirîbûnalên wisa werin lidarxistin.
 
Civîna ku danê nîvro li navenda KNK’ê seet 13:00’an destpê kir û nêzî sê seetan ajot, encamnameyek hate derxistin ku wiha ye:
 
Encamnameya Civîna Komîteya Amadekar ya Şêwira Rojhilatê Kurdistanê
 
“Bi mebesta komkirina şêwireke neteweyi jibo rojhilata Kurdistanê, li ser banga Înisîyatîfa Konferansa Lozanê û bi hevkarîya KNKê, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên rojhilata Kurdistanê û komek ji kesayetên serbixwe, roja 18-01-2025’an li Brukselê, li avahîya navendî ya KNK'ê kom bûn.
 
Di civînê de destpêkê rewşa siyasî bi berfirehî hate nirxandin. Di nirxandina rewşa siyasî da, rewşa girtîyên siyasî li Îranê, teybetî jî rewşa biryarên sêdaredana Pexşan Ezîzî û Werîşe Moradî bi awayeke teybet hate destgirtin. Biryar hate stnadin ku li ser biryarên sêderdanê yên seranserê Îranê, helwest bête danîn û bang li hemî partî û rêxistênên siyasî yên rojhilata Kurdistanê bête kirin ku bi hev re helwest bigrin û banga grevekî giştî bikin. Li ser vê mijarê ji o peywendî li gel partiyan bête girtin, du endamên komîteyê hatin erkdarkirin.
 
Di Peyre komîteya amadekar a şêwirê hate destnîşankirin û palnasazî hate çêkirin.Weke prensîb biryar hate standin ku her partî û rêxistin di komîteyê de bêne temsîlkirin û hinek kesayetên serbixwe jî di komîteyê de cihê xwe bigrin. Hate xwestin di komîteyê da rêjeya jinan bi nîzingbûnekî pozîtîf bête zêdekirin.
 
Partî û rêxistinên beşdarî civînê bûne bi vî rengî ne:
 
*   Bizotneweyî Serbixwexwazanî Kurdistan
 
*   Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran
 
*   Hizbî Komûnîsti İran –Rêxirawî Kurdistan – Komele
 
*   KJAR
 
*    Komeleyî Şoreşgerî Zehmetkêşanî Kurdistan
 
*   Komeleyî Zehmetkêşanî Kurdistan
 
*    PAK
 
*    PJAK
 
*    Sazûmanî Xebatî Kurdistan
 
Deriyê komîteyê ji hemî partî û sazîyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê re vekirî ye.
 
Di encamê de biryar hate standin ku di demeke nêzîk de, Şêwira Neteweyî ya Rojhilata Kurdistanê, li Ewropa bê komkirin.”