Hejmara nû ya Kovara Jinê hat weşandin

  • 10:14 19 Çile 2025
  • Rojane
  
 
STENBOL - Hejmara nû ya Kovara Jin bi manşeta “Berxwedana Jinê ya li dijî Çewisandina Kedê û Aboriya Komunal” derket. 
 
Hejmara 99'an a Kovara Jin ku her hefte bi xwînerên xwe re tê gel hev, bi manşeta "Berxwedana Jinê ya li dijî Çewisandina Kedê û Aboriya Komunal" derket. Kovara Jinê di vê hejmarê de balê dikişîne ser pirsgirêkên aborî û derxistina jinan ji qada aboriyê û xizanîkirina jinan.  Her wiha kovar balê dikişîne ser bilindkirina têkoşîna jinan a li dijî vê yekê. 
 
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne: 
 
"* Sala Berxwedana Jinên Kedkar: Tiştên Pêwîste Em Behsa wan Bikin hene / Sevda Karaca
 
 * Îqtîdar jî û mêr jî  bi her awayî deyndarên jinên di dorpêça kedê de ne… / Ozgul Sakî
 
 * Na ji bênaniya li Welatê Nan lê heye! / Misqal Devrîm
 
 * Îqtîdara diheje û rewşa wê ya dînbûnê… / Oya Açan
 
 * Em bi Gultan Kişanak û Hulya Osmanağaoglû re li ser mezinbûna têkoşîna jinan axivîn / Hevpeyvîn - Koma Kovara Jinê."
 
 

Etîketan:

jinnews