Pere ji Hatîce Onaran re hat şandin
- 14:19 15 Çile 2025
- Rojane
STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo endama xwe Hatîce Onaran a li Girtîgeha Gebzeyê girtî ye, pere şand û diyar kirin ku pere şandin ne sûc e.
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran a ji sedî 79 astengdar e, bi hinceta "Rêxistinê fînanse dike" hat girtin û 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo piştevaniya bi Hatîce Onaran re çalakiya pere şandina li girtîgehê pêk anî.
Li ber avahiya komeleya ÎHD'ê ya Beyoglûyê hatin cem hev û daxuyaniyeke kin dan. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û endamên ÎHD'ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta "Hatîce Onaran ne bi tenê ye" hat vekirin.
'Şandina pereyan ne sûc e'
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de axivî û got: “Weke ÎHD’ê me banga xwedîderketina li girtiyan kir û em jî berdewam dikin. Hevgirtina bi girtiyan re ne sûc e. Şandina pereyan ji girtîgehê re ne sûc e. Li dijî hiqûqê ye ku Hatîce weke girtiya nexweş di girtîgehê de bimîne. Em ê hevgirtina xwe ya bi Hatîceyê re bidomînin. Em bang li rayedaran dikin ku van sûcdaran ji holê rakin."
Piştî daxuyaniyê bi rêya PTT'ê pere ji Hatîce Onaran re hat şandin.