Gumanbarê ku 19 sal berê Zekiya Aydin qetil kir hat binçavkirin
- 18:02 15 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Zekiya Aydin 19 sal berê winda bû û agahî jê nehat girtin. Derket holê ku Zekiye Aydin hatiye qetiklirin û gumanbarê wê hat binçavkirin.
Li navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê di 2006’an de jina bi navê Zekiye Aydin winda bû carek din agahî jê nehat girtin. Derket holê ku Zekiye Aydin hatiye qetilkirin. Gumanbar S.O ku tevli bernameyek televîzyonê bû, îtîraf kir ku Zekiye Aydin qetilkiriye.
Gumanbar ji aliyê ekîbên Cendermeyan a Çanakkaleyê ve li Stenbolê hat binçavkirin û birin Fermandariya Cendermeyan a Ayvacikê. Piştî îfadeyê gumanbar sewqê edliyeyê hat kirin.