Meclisa Îştar: Em biryara li ser Pexşan Ezîzî nasnakin!
- 18:15 15 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclisa Îştar a Wargeha Mexmûrê erêkirina cezayê darvekirinê ya li ser Pexşan Ezîzî bi tundî şermezar kir û bang li tevahî jinan kir da ku li dijî her cure êriş û tundiya li ser jinan rabin serhildanê.
Bertekên li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî hatî birîn, berfireh dibin. Di vê çarçoveyêde Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi daxuyaniyekî piştgiriya xwe ya ji bo Pexşan Ezîzî ragihandin û banga lezgîn ya dawî anîna biryara darvekirinê kirin.
Daxuyanî li ber derê Meclisa Îştar, bi tevlîbûna dehan xebatkarên jin û bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Akademiya Şehîd Jiyan, Dilvîn Geverî ve hate xwendin.
‘Divê tevahî rayagiştî dengê xwe bilind bike’
Di daxuyanî wiha hate gotin:“Em wek jinên Mexmûrê cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan Ezîzî nasnakin! Pexşan Ezîzî ji bo azadiya jinan têdikoşe. Em dizanîn, têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinên Kurd bûye armanca rejîma Îranê. Rejîma Îranê ya faşîst bi tepisandina jinan ku ji vê têkoşînê re pêşengtiyê dikin, ne tenê wan dişînin girtîgehan, her wiha cezayê darvekirinê jî li wan dibirin û dixwazin bi van polîtîkayan têkoşîna azadiyê ya jinan fetisînin. Pexşan Ezîzî jî yek ji wan jinane ku li dijî vê rejimê serî rakiriye û qebûl nekiriye. Divê tevahî raya giştî li dijî vê cezaya darvekirinê dengê xwe bilind bike û li beramberî vê bertek nîşan bide.”
‘Têkoşîna jinan ranaweste’
Daxuyanî wiha bidawî bû:Têkoşîna azadiya jinê ya bi qêrîna Jîna Emînî re destpê kir, li Îranê ji bo gelek jin û mirovan bû têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê. Têkoşîna vîna jin a bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpêkirî ranewestiya û naraweste jî. Îro dibe ku Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî be, sibe jî yek dine.Em wek jinên Wargeha Mexmûrê ku din banê Meclisa Îştar de xwe rêxistin dikin, bi jinên Rojhilat, Rojava, Bakur, Başur û tevayî Rojhilata Navîn û cîhanê re tekoşînek hevpar didin meşandin. Wek jinên Mexmurê em bang li gelê Kurd û hemû jinên têkoşer dikin ku hêza xwe bikin yek û bi vîna jinê li dijî vê hovîtîyê rawestin. Her pêkanîneke dijminane ya li ser jinê wê bibe bingehê xurtkirina têkoşînê.”
Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.