Pisporên NY’ê: Divê cezayê Pexşan Ezîzî bê betalkirin

  • 18:36 14 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî cezayê darvekirinê yê ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî hatiye birîn, şermezar kirin û diyar kirin ku ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî yên mafên mirovan e.
 
Pisporên serbixwe yên mafên mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bertek nîşanî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî dan.
 
Mai Sato, Morris Tidball-Binz, Reem Alsalem, Nicolas Levrat, Gina Romero, Irene Khan, Laura Nyirinkindi, Claudia Flores, Dorothy Estrada Tanck, Ivana Krstic û Haina Lu yên daxuyanî dan, gotin: "Cezayê darvekirinê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e.”
 
Daxuyanî wiha berdewam kir: ”Girtin û cezakirina Ezîzî piştgirîdayina penaberên Iraq û Sûriyeyê jî di nav de ji ber karên rewa yên pisporî ye.”
 
‘Malbat bi gefan re rû bi rû ye’
 
Pisporên mafên mirovan bi bîr xistin ku hin endamên malbata Pexşan Ezîzî jî bi awayekî demkî hatine binçavkirin û zext li wan tê kirin. Di daxuyaniya pisporan de hat destnîşankirin ku ew bi rayedarên Îranê re di nava têkiliyê de ne û divê cezayê li Pexşan Ezîzî bê betalkirin.
 
‘Zext zede bûne’
 
Pisporan ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku çalakvanên jin ên Kurd bi taybetî bi tometên siyasî tên hedefgirtin, ev yek me dixe nava firan. Dadgehkirina Ezîzî nîşan dide ku zext û zordariya li dijî çalakvanên jin ên kêmnetewe yên li Îranê zêde dibe û ji bp metirsiyê ava bikin û bêdeng bikin ceza li wan dibirin.”
 
Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî Emîr Reîsiyan di daxuyaniya xwe ya roja 8’ê Çileyê de ragihandibû ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî erê kiriye.  Pexşan Ezîzî di 23’ê Tîrmeha 2024’an de hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.