Kolanên Mêrsînê veguherîn qadên têkoşînê
- 21:35 14 Çile 2025
- Rojane
MÊRSÎN – Piştî polîsan destûr neda girseya ku li dijî girtina Hevşaredarên Akdenîzê û endamên meclîsa şaredariyê û xwest esnafan ziyaret bike, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û ev tit hat gotin: "Qeyûm darbe ye na ji darbeye re."
Girtina Hevşaredarên Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç û Hîkmet Bakirhan û tayînkirina qeyûmê li şaredariyê li Taxa Yenîpazarê hat protestokirin. Girseya ku di nav de Parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrsîn, Mêrdîn û Rihayê jî hebûn, li ber Rêxistina Navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hatin cem hev û xwestin esnafan ziyaret bikin. Polîsan destûr nedan esnaf biçin pêşiya avahiya navçeya DEM Paretiyê û girse asteng kirin. Girseya ku hat dorpêç kirin bi dirûşmên “Akdenîz ya me ye û wê ya me bimîne” û “Qeyûm darbe ye, na ji darbeye re” dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Girseyê welati vexwendin daxuyaniya ku wê sibe saet 13.00’an de li ber Şaredariya Akdenîzê bê lidarxistin.