Fahriye Ceylan a 32 sal in girtî bû hat berdan

  • 15:55 30 Kanûn 2024
  • Rojane
ALANYA- Fahriye Ceylan a 32 salin ku serbestberdana wê gelek caran hat astengkirin, ji girtîgeha ku tê de bû derket.
 
Serbestberdana Fahriye Ceylan a ku 32 sal in li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê girtî ye, herî dawî cara 8’emîn hat taloqkirin. Hat diyarkirin ku serbestberdana Fahriye Ceylan a ku beriya niha bi hinceta “daxuyaniya samîmî nedane” û “poşman nebûn” hat astengkirin, vê carê jî bi hinceta “ne amade ye” hatibû taloqkirin. 
 
Fahriye Ceylan îro ji girtîgehê derket ji aliyê malbat û hevalên xwe ve bi kulîlk û tilîliyan hat pêşwazîkirin.
 
Fahriye Ceylan dê sibê li Amedê bi girseyî bê pêşwazîkirin.