Nobeta li ser sînorê Kobanê 11 roj in didome
- 14:36 2 Çile 2025
- Rojane
RIHA - Li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Tirkiyeyê li ser sînorê Kobanê nobet hat destpêkirin. Nobeta ku 11 roj in didome de îro endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê beşdar bûn.
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin, di roja 11’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibû destpêkirin, îro bi tevlîbûna endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê didome. Dayikên Aştiyê bi tilîlî û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hatin pêşwazikirin.
Di nobetê de pankartên "Rojava rûmeta me yê" û "Nazim û Cîhan rûmeta me ne" hat vekirin. Her wiha Dayikên Aştiyê wê daxuyanî bidin çapemeniyê.